Arşîv

Meclîsa Jin mal bi mal ziyaret dike

Şandeyeke ji Meclîsa Jin a bajarê Minbicê ji bo ji nêz ve rewşa jinan nas bike û pirsgirêkên wan çareser bike serdana malan kir.

 

Di civîna nîvsalane ya Meclîsa Jin a bajarê Minbicê de komîteyek ji bo serdana malbatên Minbicê hate avakirin. Li ser vê bingehê îro vê komîteyê cara yekê dest bi serdanên xwe kir.

 

Endamên komîteyên wekî sê kom hatin dabeşkirin û li nava taxên bajêr serdana malbatan kirin. Her komekê serdana nêzî 20 malan kir û bi jinan re axivîn.

 

Di serdanan de li ser rola jinê di nava civakê de, mafên wê û sîstema komînên xweser ên jin hatin gotûbêjkirin.

 

Li gorî agahiyên ji berpirsên meclîsê, serdanên bi vî rengî wê li tevahiya taxên Minbicê û gundên derdorê dewam bikin.

 

 

Back to top button