Arşîv

Her ku tecrîd giran dibe hêza jinêji bo rizgarkirinê zêde dibe!

GIRKÊLEGÊ – jinên Mamoste yên Akademiya şehîd Dorşîn  a xweser diyar kirin ku her tecrîd girandibe îradeya jinê ya ji bo azad kirina Rêber Apo xurt dibe.
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê  Ebdulah Ocalan hîn jî berdewam e. Lewma hertim Gelê Rojhilata Navîn di nav tevgerê de ne û tecrîda bi destê dewleta tirk ya faşîst hin jî berdewam dike. Mamosteyên jin tecrîda girankirî nirxandin û gotin; “Bila her miroveke xwedî li Rêber Apo derbikeve û azadiya wî misoger bike.”
‘Rêber Apo xwediyê fikirên azad e’  
 Mamosteya bi navê Ermîniya Ebdulah tecrîda li ser Ocalan  wiha vegot; “Dema ku em bifikirin çima heya niha ev tecrîd li ser rêber Apo tê meşandinê, mirov dikare nirxandinên girîng bike. Ji ber ku Rêber Apo xwedî fikra azad, demokrat û aşîtîxwaz e. dewleta tirk ya faşîst dixwaze  gelên Rojhilata Navîn ji fikrên Rêber Apo bêpar bihêle. Lê her ku tecrîd giran dibe îradeya jinan a ji  bo azadkirina Rêber Apo jî zêde dibe.”
‘Rêber Apo vîna jinê daya afrandin’ 
Ermîniya da zanîn ku Rêber Apo ji bo jinan gelek xebat daye meşndin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ” Mirov dikare bêje ku Rêber Apo weke dostê yekem ê jinê ye ku jin ji taritiyê ber bi ronahiyê ve  xilas kiriye. Dîroka jina pêşeng hatibû windakirin. Îro  divê  ku em xwedî li dîroka jinê derkevin.   Em tevahî jin heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê di tevgera belavkirina felsefaya azad de bin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye.”
‘Rêber apo mafê neteweyî diparêze’ 
Mamosteya bi navê Sozda Lewend jî wiha got: “Em weke jin  tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin.  Rêber Apo tim bangewaziya yekitiya Neteweyî dike, mafê her neteweyekî bi rengekî demokratîk diparêze. Ji ber ku ev xeta azad ne li gorî berjewendiyên qirêj in. Dagirkerî  dixwaze fikrên Rêber Apo tune bike. Loma  wî tecrît dikin. Rêber Apo mafê jinê parastiye û aniye asta ku  civakê birêve bibe û hebûna xwe îspat bike. Ji bo wê jî em ji perspektîfên Rêber Apo sudê digirin.”
Bang ji bo jinan… 
Sozda, di  dawiya axavtina xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Bila her mirovek xwedî li Rêber Apo derkeve û azadiya wî misoger bike. banga me ji bo tevahî saziyên navneteweyî ev ku azadiya Rêber Apo mayinde bikin û li hemberî vê bê deng neminin. Ez bi taybetî jî bang li jinan dikim ku bêdeng nemînin ji ber ku bêdengî îxanet e.”
Back to top button