Arşîv

Koma Kevana Zêrîn xelata yekemîn a Mîhrîcana Orkêş wergirt

Ji komên ku beşdarî Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan bûne,Koma Kevana Zêrîn xelata asta yekemîn a mîhrîcanê wergirt.QAMISLO-DAWIKRNA-VESTIVALE (3)

 

Çalakiyên Yekemîn Mîhrîcana a Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan bi beşdarbûna 38 komên ji Ereb, Kurd, Suryan, Ezizî yên li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Sêxo hate lidarxistin û 8 rojan dewam kir.

 

Piştî ku hemû koman di wan 8 rojan de staranên xwe gotin, îro komên ku bi serketine hatine eşkerekirin û hatin xelatkirin.

 

Di bernameya ku îro li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatibû lidarxistin de, bi sedan welatî, şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl amade bûn.QAMISLO-DAWIKRNA-VESTIVALE (4)

 

Aldar Xelîl axaftin kir û bal kişand ku di mîhrîcanê de rastiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê derket holê, her gelek an pêkhateyeke bi reng û dengê xwe beşdarî mîhrîcanê bû, ev yek nîşan dide ku gelên herêmê çand û kevneşopiya xwe ku ji ber polîtîkeyên sîstemên desthilatdar ber bi hilandinê ve diçû, vejand.

 

Piştî axaftina Aldar Xelîl ji bo xelatkirina komên serkeftî, komîteya şopandina mîhrîcanê ku ji 5 endaman pêk tê û Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan daketin ser dikê.

 

Koma Kevana Zêrîn a bajarê Qamişlo xelata asta yekemîn, Koma Bala ya bajarê Qamişlo xelata asta duyemîn, Koma Çiyayê Şengal a asta sêyemîn wergirtin. Ji bo dengê herî baş û xweş Koma Diret El-Furat a bajarê Tebqayê xelata yekemîn, awazaa herî xweş Koma Cûdî, gotinên herî xweş Koma Tolhildan wergirtin. Her wiha Koma Şehîd Gîvara ya Kobanê jî hate xelatkirin.

 

Komîteyê her wiha xelata kedê pêşkêşî Yekîtiya Ragihandina Azad kir, endamê meclîsa yekîtiyê Hogir Necar xelat wergirt.

 

Back to top button