Arşîv

Asya Ebdullah: Êrîşên li ser Efrînê ji êrîşên çete yên li ser Serêkaniyê û Kobanê ne dûr e

Asya Ebdullah êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê mîna êrîşên çete yên li dijî Serêkaniyê û Kobanê bi nav kir û bang li hêzên azadîxwaz kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê biseknin.

 

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Asya Ebdullah di meşa li navçeya Amûdê de axivî.

 

Asya Ebdullah di destpêka axaftina xwe de cangoriyên azadiyê bi bîr anî û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û got “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji êrîşên komên çete yên li ser Serêkaniyê û Kobanê ne dûr e.”

 

Asya Ebdullah destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ne tenê Efrînê tevhî gelê Sûriyeyê hedef digire û ev tişt anî ziman “Êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Efrînê sînordar neme, lê belê koçberên ji deverên cuda yên ku xwe spartine ev cihê bi ewle jî bomebebaran dike.”

 

Asya Ebdullah bêdengiya raya giştî ya li hember êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û got ku divê civaka navdewletî dimilsest destwerdanê bike da ku êrîşên li dijî sivîlên herêmê û koçberan were rawestandin.

 

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku şervanên YPG û YPJ‘ê û hêzên şoreşgerî li hember êrîşan dewleta Tirk li ber xwe dide û bi qehremanî şer dikin.

 

Back to top button