Arşîv

Ji bo tenduristiya zarok û jinan li Xanesorê civîn hat lidarxistin

TAJÊ û endamên Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ji bo tenduristiya zarok û jinan civîn li dar xistin.

 

TAJÊ û endamên Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ji bo tenduristiya zarok û jinan li navenda TAJÊ ya Xanesorê civîn li dar xistin. Gelek jin beşdarî civîna ku ji bo agahdariyê û tenduristiyeke baş hat lidarxistin bûn.

 

Endama nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê Ehlam Hecî diyar kir ku tenduristî destpêka jiyanê ye ku tenduristî ne baş be mirov nikare tiştekî bike û wiha got:” Armanca vê civînê ew e ku jin derbarê tenduristiyê de bibin xwedî agahî û bi vê rêyê zarokên xwe jî biparêzin. Mixabin ji bo nexweşiyê pir zêde derman tê bikaranîn ev yek jî ji bo tendursitiyê ne baş e. Gerek pêşî li vê yekê bê birîn.”

 

‘Ji bo tenduristiyeke baş divê jin bên perwerdekirin’

 

Ehlamê herî dawî wiha got:”Bingeha tenduristiya civakê zarok û jin ava dikin. Loma ji bo tenduristiyeke baş divê jin bên perwerdekirin. Tenduristiya civakekê ne baş be ew civak nikare bi tu awayî li ser lingan bisekine. Ji bo civakek serbixwe û pêşketî divê tunduristî baş be. Her wiha ji bo tenduristiyeke baş divê jin bên perwedekirin. Em jî ji bo tenduristiyeke baş hewl didin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27