Arşîv

Şemsayê tevî astengdariya xwe parastina çanda xwe dike

Şemsa ya 30 salî tevî astendariya xwe cilan didirû û bi keda destên xwe parastina çanda xwe  dike.

Li Rojava-Bakurê Sûriyeyê her kes xwedî hêvî û xeyal e û her kes bi çanda xwe dijî. Kesên astengdar jî li ser vê xakê xwedî xeyalên mezin in û hêviya xwe ya jiyanê qut nakin. Li bajarê Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê Şemsa Mihemed a 30 salî tevî astengdariya xwe jî, hêviya wê ya jiyanê hîn xurt e. Ji ber xizaniya malbata Şemsayê ku nedikaribûn wê bibin nexweşxaneyê û nexweşiya wê tedawî bikin, Şemsayê bi halê xwe yê astengdar hewl dide ku li ser piyan bimîne. Astengdariya wê li pêşiya pêkanîna xeyalên wê yên zarokatiyê nebû asteng.

Şemsa Mihemed di sala 1988’an de li gundê Um El-Xêr hatiye cîhanê. Ji ber ku nexweşiya kêmbûna hesin di laşê wê de hebû, astengdar bû. Her wiha xwîşka wê ya biçûk jî astendgar e. Dibistana xwe heta pola 6’an dewam kiriye. Şemsayê di zaroktiya xwe de dema li dibistanê bû, hêvî û xeyala wê ya dirûtin û zindîkirina çanda xwe hebû. Wê demê hin wêne li ser lênûsa xwe xêz dikir, wekî kiras û xeftanan ên çanda wê temsîl dike. Piştî ji dibistanê derdikeve, êdî fêr dibe ku kiras û xeftanên çanda wê temsîl dike çêdike û dest bi dirûtina wan dike. Êdî gelek kes dibêjin ku Şemsayê xweş dizane cil û bergên çanda xwe çêbike.

‘Xeyala min ew bû ku ez bikaribim çanda xwe ji helandinê biparêzim’

Şemsayê derbarê jiyan, hêvî û xeyalên xwe de wiha axivî: “Her mirovek xwedî xewn û xeyalekê ye, xeyala min a zaroktiyê jî ew bû ku ez bikaribin çanda xwe ji helandinê biparêzim. Dema ku ez li dibistanê bûm min li ser lênûska xwe kiras an jî fîstan dineqişand û paşê dihatim malê û li malê jî ez dixebitîm da ku êdî ez tam fêr dibûm ku  kiras û fistanan bi destên xwe bidrûm û çêbikim. Destpêka min li ser lîstokên bûkên lastîkî yên zarokan bû. Min ji wan re cil çêdikirin yanî gav bi gav ez meşiyam. Berê makîneya me ya biçûk hebû li ser lingan bû, lê bi demê re êdî lingên min êşiyan, paşê ji ber ku kêfa her kesî ji karê min hat, bavê min makîneya dirûtinê ya mezin û li ser ceyranê ji min re kirî û wiha êdî bi rengekî hîn xweşiktir min karê xwe domand.”

‘Astengiya min pêşiya berdewamiya karê min nebirî’

Şemsayê diyar kir ku astengdariya wê li pêşiya berdewamkirina karê wê nebû asteng û wiha pê de çû: “Astengiya min pêşiya berdewamiya karê min nebirî. Hevalên min jî di vî warî de piştgiriyê didin min. Spasiya xwe ji bo wan pêşkeş dikim. Lê pirsgirêk elektrîk e, di rojê de kêm caran tê, hema bêje du saetan tê û ez karê xwe wê demê dikim. Karê dirûtinê di jiyana min de ji bo min her tişt e. Min gelek jin jî fêrî vî karî kirine, ew jî di demeke kurt de fêr bûn û niha karê dirûtinê dikin. Fêrkirina jinan tiştekî pir xweş e. Ku mirov alîkariyê bide hev da ku karibin aboriya xwe geş bikin, ev serkeftineke mezin e.”

‘Çanda mirovan hebûna wan e’

Di dawiyê de Şemsayê bang li Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan kir ku bêtir atolyeyan vekin ku her jin bikaribin aboriya xwe pêş bixin û çanda xwe biparêzin û wiha got:”Divê hemû jin ji bo parastina çanda xwe hewl bidin. Çimkî çanda mirovan hebûna wan e.”

 

Back to top button