Arşîv

Asya Abdullah: Bêdengiya rayagiştî tê wateya erêkirina êrîşên Tirkiyeyê

– Endama TEV-DEM’ê Asya Abdullah derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman û got ku divê herkes tevlî berxwedana Efrînê bibin. Her wiha jinên herêma Cizîrê jî bertek nîşanî êrîşan da û anîn ziman ku dê berxwedana Efrînê di rûpelên dîrokê de wekî serkeftina gelan bê nivîsandin.

 

Endama TEV-DEM’ê Asya Abdullah derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bertekên xwe nîşanda û anî ziman ku hemû cîhan ji êrîşa li ser Efrînê berpirs e. Her wiha jinên herêma Cizîrê li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk berteka xwe nîşan dan û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin û banga berxwedana mezin kirin.

 

Endama TEV-DEM’ê Asya Abdullah sersaxî ji bo kesên ku di encama erîşên dewleta Tirkiyeyê de li Efrînê jiyana xwe ji dest dane xwest û wiha got: “Em berxwedana gelê Efrînê û Şehbayê û berxwedana YPG û YPJ’ê silav dikin. Ev êrîşa dewleta Tirk a faşîzm ku li ser gelê me yê Efrînê û li ser hemû pêkhatiyan pêk tîne, cûdahiya wê ji êrîşa li ser Kobanê tuneye. Dema ku di bin navê DAÎŞ’ê de êrîşî Kobanê kirin û di 24 saetan de di nava hewldanan de bûn ku Kobanê têk biçe,negihaştin armanca xwe. Dê a niha jî negihêjin armanca xwe, çimkî gelê kurd ew hêz in ku serkeftinên mezin li hemberî DAÎŞ’ê bi dest xistin û paytexta DAÎŞ’ê rûxandin. Ew ê li dijî dewleta Tirk jî li ber xwe bide. YPG û YPJ li pişta gelê Efrînê ye û berxwedanek bêhempa dide meşandin.”

 

‘Hemû cîhan ji êrîşa li ser Efrînê berpirs e’

 

Asyayê da zanîn ku tevahî cîhan ji êrîşa li ser Efrînê berpirs e û wiha got: “Bêdengiya cîhanê ya li dijî bombebarana Tirkiyeyê ya li ser Efrînê tê wateya erêkirina faşîzmê. Dewleta Tirk êrîşî axa gelekî ku bi pergaleke demokratîk xwe bi rê ve dibe, dike. Loma divê hemû hêzên navnetewî û hêzên demokratîk erkên xwe li hember vê pêk bînin. Ev tifaq encama lihevhatina Rûsya û dewleta Tirkiyeyê ye, ji bo berjewendiyên xwe êrîşî Efrînê dikin. Ji bo vê yekê, divê tevahî gelê Kurdistanê û hemû pêkhatiyê Sûriyeyê têkevin tevgerê û li dijî vê faşîzmê bisekinin. Pêwîst e em li ser piya bin, ji ber ku ev êrîş li ser vîna gelê kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye. Ji bo wê jî bangewaziya me ew e ku herkes bi erkê xwe û bi lez têkeve nava hewldanê ji bo pêşiya van êrîşan were girtin.”

 

‘Dê jinên Efrînê berxwedanek mezin bidin’

 

Berdevka Kongra Star a Herêma Cizîrê Evîn Siwêd: “Her dem dewleta Tirk bi rengekî cuda êrîşî Efrînê kiriye, niha jî bi rengekî nû êrîşî herêma Efrînê dike. Bi van êrîşan xwestiye ku pêkhateyên herêma Efrînê bitirsîne da ku dev ji axa xwe berdin. Me li hemû Rojavayê Kurdistanê berxwedan kiriye û ji destên çeteyan rizgar kiriye. Ji destpêka şerê Serê Kaniyê û heta Dêra Zorê, me tim li berxwe daye û em ê berxwe bidin. Wê dawiya Erdogan, MHP’ê bê. Weke ku Kobanê bû destpêka dawiya DAÎŞ’ê wê Efrîn jî bibe despêkirina dawîbûna Erdogan. Weke ku tê zanîn jinên Kobanê bi şervanan re heta deqeya dawiyê berxwe dan, her wiha wê jinên herêma Efrînê jî berxwedanek mezin li kêleka şervanan bidin meşandin.”

 

‘Bila jin bi rihê Arîn Mîrkanan berxwe bidin’

 

Rêvebera jinên PYD’ê Sîlvan Efrîn jî berxwedana Efrînê silav kir û êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û got: “Êrîşa li ser Efrînê planeke, ev plan ne ji niha ve ye, ev plan ji sala 1998’an ve ango ji komploya navnetewî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abduallh Ocalan ve, li ser gelê kurd tê pêkanîn. Erdogan bi van êrîşên xwe dixwaze pergala Federaliya Bakurê Sûriyeyê têk bibe, ji bo wê jî bi balafiran jî êrîşî Efrînê dike. Bila Erdogan ji bîr neke ku gelê herêma Efrînê gelekî berxwedêr û welatparêz e û bi xaka xwe ve girêdayî ye, wê tucar ne kevirekî û ne jî dareke zeytûnê teslîmî dewleta Tirk neke. YPG û YPJ’ê jî li kîjan devera ku şer kiriye li wir bi ser ketiye, wê li Efrînê jî bi ser bikeve, baweriya gel jî bi vê heye. Efrîn ji bo Erdogan wê bibe goristan, wê herêma Efrînê bibe bidawîkirina hikûmeta AKP’ê. Bangewaziya min ji gelê Efrînê re bila hemû li ser piya bin, bi taybet jin, bila bi rihê Arîn Mîrkanan têkoşîn bikin heta ku bigihêjin serkeftinê.”

 

‘Em nahêlin tu kes derbasî axa me bibe’

 

Welatiya bi navê Gulîstan Elî jî got ku divê her kes ji bo Efrînê berxwedanê bike û wiha pê de çû: “Wekî ku li Kobanê kesên ji 7 salî heta 70 salî di nava şerê Kobanê de li ber xwe dan  û bi serkeftina xwe di tevahî cîhanê de hate naskirin, wê Efrîn jî bi berxwedana ciwan û jinan bi ser bikeve. Bangewaziya min ji jinên Efrînê re ew e ku li şoreşa jinê xwedî derkevin û  di nava vê berxwedanê de cihê xwe bigirin. Di berxwedana vê şoreşê de gelek keç û xortên me şehîd ketin, em ê li pey doza şehîdên xwe bin heta ku em tevahî Rojava rizgar bikin. Her wiha bang li dewletên navnetewî dikim ku xwe wekî parêzvanên mafê mirovan dibînin, ku li Efrînê ew qas zarok û jinên bêsûc tên kuştin, helwesta xwe nîşan bidin. Em jî nahêlin ku tu kes derbasî xaka me bibe.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27