Arşîv

Kongra Star: Efrînê dê berxwe bide

 Bi armanca şermezarkirina êrîşên DewletaTirk ên li ser herêma Efrînê Kongra Star daxuyaniyek çapemeniyê da.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê Kongra Stra daxwiyaniyek çapemeniyê da. Daxwiyanî li ber avahiya Kongra Star hat dayin. Hemû rêveber û endamên saziyan beşdarî daxwiyaniyê bûn. Daxwiyanî ji aliyê Rêvebira Kongra Star Çinar Yûsiv ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em dewleta tirk û hevalbendê wan bi zimanekî tund şermezar dikin. Tayyip Erdogan bi agir dilîze, ev agir dê wî û hevalbendên wî bişewitîne. Em jiyanek azad û aram ji bo hemû gelan dixwazin. Êrîşên li ser Efrînê dê destpêka dawiya Tayyip Erdogan be, tunebûna wî dê bibe gaveke dîrokî. Em ji êrîşên artêşa dewleta tirk natirsin û em ê berxwe bidin.”
Daxwiyanî bi dirûşma”Bijî Berxwedana Efrînê”bi dawî bû.
Back to top button