Arşîv

Ayşe Hiso: Dê tu kes nikaribe warê Arîn Mîrkan hilweşîne

 Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso êrîşên dewleta Tirk ên li ser hêrêma Efîrnê nirxand û got:”Dewleta tirk dê nikaribe derbasî warê Arîn Mîrkan bibe û hilweşîne. Çimkî Efrîn kela berxwedanê ye.”
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso êrîşên artêşa dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê nirxand û got:” Wek ku her kes dizane dewleta dagirker a tirk û hevkarên vê dewletê ev çend roj in bi balafirên şer û çekên giran êrîşî herêma Efrînê dikin. Tirkiyeyê digot em ê di hefteyekê de têkevin Efrînê û hilweşînin lê ev hewldana wan dê vala derkeve, ji ber ku Efrîn warê Arîn Mîrkan û kela berxwedanê ye.”
‘Dewleta tirk êrîşî sîvîlan dike’
Ayşeyê anî ziman ku li gor daxwiyaniyên dewleta Tirk dide û di çapemeniya xwe de belav dike ew tenê êrîşî nuqteyên leşkerî dikin lê belê tenê rastîyek li ber çavan e ku êrîşî sîvîlan jî dikin û wiha got:” Komkujiyê li dijî sivîlan  pêk tînin. Zarok, jin û kalan ji berjewendî û zîhniya te xwe ya Osmanî re dikin qurban.”
”YPJ-YPG û QSD’ axa Efrînê û sîvîlan diparêzin’
Ayşeyê bal kişand ser berxwedana bê hempa ku li Efrînê pêk tê û wiha got:” Şervanên YPJ/YPG û QSD’ê bi berxwedaneke bê hempa êrîşên dewleta tirk vala derdixin û parastina gelê sivîl dike û nahêlin ku dijmin sînorê Efrînê derbas bike. Gel bi hêz û baweriya xwe li kêleka şervanan cîh digire û alîkariya wan dike. Efrîna pîroz bi girêdan, berxwedan û bi axa xwe tê naskirin. Warê Arîn Mîrkan, jina azad û serbixwe kesek nikare dagir bike.”
‘Efrîn ne bi tenê ye şervan û gelê wê li pişta wê ye’
Ayşeyê bi lêv kir ku bêdengiya Rusyayê û vekişandina wê ya ji Efrînê tê wateya hevkariya bi Tirkiyeyê re û wiha dewam kir:”Qaşo Rûsya dibêje em ji bo çareseriyê ji Sûriyeyê bibînin em hewl didin lê bi vê piştgiriya bi Tirkiyeyê re ev alozî mezintir dibe. Bila hemû kes bizanibe ku Efrîn ne tenê ye, şervan û gelê wê li pişta wê ye. Dê Efrîn bibe goristana desthilatdaran.
‘Divê em dîroka berxwedana Efrînê binivîsin’
Ayşeyê bang li hemû gelan kir ku li berxwedana Efrînê xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Bila hemû civan tevlî nava refên parastinê bibin. Bi berxwedana gel dê Efrînê bibe nimûne. Divê em dîroka berxwedana Efrînê binivîsin û bi serîhildana xwe ya bêhempa bersiva desthilatdaran bidin.”
Back to top button