Arşîv

Jinên Kobanê piştgirî dane Efrînê

 Jinên 5 partiyên siyasî û Rêxistina Kongreya Star  a Kobanê bi daxuyaniyeke hevbar êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Jinên partiyênʺPartiya Yekîtiya Demokratîk, PDKS, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Yekîtî û Partiya Pêşverû-Sûriyêʺ û Rêxistina Kongreya Star a Kobanê, li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê daxuyaniyeke hevbar dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Partiya Pêşverû-Sûriyê Cîhan îsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEm weke jinên di nava partiyên siyasî yên kantona Kobanê de, êrîşên li ser gelê xwe yên li herêma Efrînê şermezar dikin.

Di destpêka kirîza Sûriyê de, destwerdana dewleta Tirk li ser serweriya Bakurê Sûriyê û Rojava heye, her wiha ji bo ku vîna gelê me û projeya wê ya siyasî têk bibe, hemû hêzên tarî destek kirin û bi ser me de şandin, li di encamê de serkefin para gelê me bû.

Ji ber yê yekê jî yekser Erdogan bi tev çeteyên xwe tevî ku dizanin Efrîn herêmeke aram e û bi hezaran koçber di nava xwe de hembêz dike, armanc girtin û bi tevahî hêzên xwe yên bejahî û ezmanî gelê Efrînê topbaran dike. Her wiha daxwaz dike û hewil dide ku aramiya li herêmê têk bibe û projeya demokqratîk a biratiya gelan û jiyana wekhev û azad bin pê bike.

Şoreşa li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan hate binavkirin, ji ber vê yekê jî bi vê êrîşa dixwazin wê şoreşê tê bibin. Ji ber ku ev şoreş bû stargeheke pêşengtiyê ji tevahî jinên Bakurê Sûriyeyê re. Armanca AKP’ê ew e ku herêmê ji şênî û niştecihên wê vala bike, wan bide koçberkirin û li dewsa wan hêzên xwe yên çete yên di bin sîwana Îtîlafa Sûrî de bi cih bike.

Êrîşên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên mîna Rûsya dixwazin Mihabada duyemîn li Efrînê vegerînin. Em ji dewletên navnetewî, saziyên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl daxwaz dikin ku bêdeng nemînin û temaşe nekin.

Serkefin ji şervanên azadiyê re. Derbasî ji birîndaran re

Em weke jinên di nava partiyên siyasî de, soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê her dem li pişt wan bin.ʺ

 

Back to top button