Arşîv

′Wê QSD′ê axa welat li hember êrîşên dagirkeriyê biparêze′

Meclîsa Jina Sûrî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kir û got ku ew bi hêza QSD′ê bawerin ku ew ê axê li hember êrîşên dagirkeriyê biparêzin.

Meclîsa Jina Sûrî derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Tirkiye bi êrîşên li ser Efrînê dixwaze li herêmê bi bigihêje armancên xwe û bi vê yekê hemû hevpeymanên navneteweyî binpê dike û dixwaze projeya demokrasiyê ya gelên herêmê derb bike.

Wek Meclîsa Jina Sûrî, bi navê hemû jinên Sûriyeyê em êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên lil ser Efrînê şermezar dikin û dixwazin ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Em bi hêza şervanên QSD′ê yên ku destaneyên lehengiyê li dar dixin, bawerin ku ew ê axa welat li hember êrîşên dagirkeriyê bparêzin.

 

Back to top button