Arşîv

YPJ: Berxwedana Kobanê îro li Efrînê zindî dibe

– Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya salvegera çaremîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ`ê hatiye weşandin wiha ye:

ʺDi salvegera çaremîn a bexwedana sedsalê ya Kobanê de, ev deskeftiya dîrokî li gelê xwe, mirovahiyê û jinan pîroz dikin û em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin, soza xwe ya tolhildan û serkeftinê dûbare dikin. Em tekoşîna şehîdên me yên mezin Arîn, Rêvan, Gelhat, Zehra û bi sedan hevalên bi rûmet de şehîdên Kobanê û tevahî şehîdên Kurdistanê û şehîdên berxwedana Efrînê bi bîr tînin.

Gelê Kurd di sedsala 21. de bi rihê Berxwedana Kobanê re mohra xwe li dîrokê da. Li hember êrîşên herî dijwar di xeta parastinê de bi hêza yekîtiya gelan re di 26`ê meha Çile 2015’an de serkeftin hate bidestxistin. Di 27`ê Çile de jî rizgarkirina Kobanê ji raya giştî re hate ragihandin. Rihê berxwedanê her tim zindiye ti carî geşbûna xwe winda nake. Agirê azadiyê ya ku bi berxwedaniya Kobanê re geş bû, bi hezaran kes li derdora xwe kom kir, bi gihîştina serkeftinê re ronahiya jiyana azad bi tevahî cîhanê re parve kir. Bê gûman di berxwedaniya Kobanê de bi hêza YPJ`ê re DAIŞ`ê ku li ser tevahî mirovahiyê û cîhan tirs ava kiribû hate têkbirin. YPJ`ê hêza xwe bi rêxistinkirinê re di berxwedana Kobanê de careke din hêza jin ya cewherî ji tevahî cîhanê re da nîşan dan. Ji ber vê yekê di roja îro de jî YPJ`ê ji bona tevahî jinên cîhanê bûye modela jiyana azad.

Hêzên Desthilatdar bi armanca dagirkirina axa gelê Kurd di dest pê kê de pêşî li derketina DAIŞ`ê vekir û di her milî de alîkarî da. Zihniyeta ku li Kobanê komkujî pêkanîn îro li Efrînê jî pêk tîne. Ti ferqa AKP-MHP ji çeteyên DAIŞ`ê nîne. Zihniyeta faşîst a dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê qirker çawa ku di her çar perçeyên Kurdîstanê de bi ser neketin di Kobanê de jî bi rihê berxwedanê re rû bi rû ma ji ber vê yekê têk çû. Gelê Kurd çawa ku her demê di hebûna xwe de îsrar kir ev îsrar di Kobanê de jî bû encamê nirxên xwe, mezin kirinê. Gelê Kurd û şervanên YPG, YPJ`ê bi vîneke mezin li hember dest dirêjiya dagirkeran rûmeta xwe parastin. Ji tevahî cîhanê re hat nîşan dan ku hêza yêkbûna gelan wê ti carî û bi ti awayî wê bi bin nekeve.

Herî dawî bi rizgarkirina bajarê Reqa û pêşveçûnên pêngava Dêrazorê re destkeftiyên gelê Bakurê Suriyê encama tekoşîn û berxwedana gelan de derket pêşberê dîrokê. Li hember van destkeftiyên gelê Bakûrê Sûrî di encama bê tehemûlliya dewleta Tirk de êrîşên Êfrînê pêş dikevin. Li hember êrîşên dagirkeriyê bi rihê berxwedana Kobanê li Efrînê berxwedanî pêş dikeve. Çawa ku li Kobanê hewldanên dagirkeriyê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe. Berxwedana ku li Kobanê hat meşandin di roja îro de carekî din li Efrînê zindî dibe. Wek hêza jin YPJ çawa ku me li Kobanê pêşengtî kir em soz didin ku di berxwedana Efrînê de jî em ê bi bilindkirina vê hêzê û bi rihê Arînan tekoşîna azadiyê bidomînin. Bi giştî hesabê hovîtiya  dewleta Tirk em ê di berxwedana Efrînê de ku 7 roje li peyî xwe hîşt ji dagirkeriya AKP`ê bipirsin û tola gelê xwe û tevahî mirovahiyê ji wan bigrin. Em ê bi berxwedana Efrînê hêviyên şehîdên xwe yên di berxwedana destanî ya Kobanê de gihîştin mertebeya şehadetê bi cîh bînin.

Em careke din rizgarkirina bajarê Kobanî li tevahî gelê me, mirovahiyê û hemû jinan pîroz dikin û soza tolhildan û serkeftinê dûbare ji gelê xwe re didin. Di şexsê rêheval Arîn, Rêvan, Gelhat, Zehra û şehîdên berxwedana Efrînê bi sedan hevalên me yên din tevahî şehîdan bi bîr tînin.ʺ

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27