Arşîv

‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû jinan e’

Komîteya Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Jinên Başurê Kurdistanê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan bi daxuyaniyê şermezar kirin û gotin:”Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser tevahî jinan û gelê Kurd e.”

Komîteya Azadîya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hemleya azadiya Abdullah Ocalan bi dirûşma “Em ê zindana Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo re azad bijîn” li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin:” Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinê ye, heta Rêberê me azad nebe em jî azad nabe.”

Daxuyanî jî hêla endama rêveberiya RJAK’ ê Beyan Heme Elî ve bi çapemenîyê re hate parvekirin.

Dî daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê pêvajoyê de herî zêde divê jin ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nav tevgerê de bin û pêşengtiya çalakiyan bikin. Di berdewamiya daxuyaniyê de xalên ku derketin pêş ev bûn:

*Ji îro heta dawiya meha Nîsana 2018’an dê bi dirûşma ‘Em ê Zindana Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ çalakî bê kirin.

*Êrîşa ku herî dawî ji aliyê dewleta tirk ve li ser Efrînê pêk hat wekî êrîşeke li dijî tevahî jinan, êrîşa li ser fikra azad û netewa demokratîk hat nirxandin.

*Li dijî kuştin, xwekuştin û şewitandina jinan ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, çalakiyên nerazîbûnê, her wiha li hemberî tundî û qirkirina jinan jî konferans û semîner tên lidarxistin.

*Di vê pêvajoya dahatu de rojên salvegerên şehadetên wekî roja şehadeta Heval Viyan Soran, her wiha şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê dê bê plankirin.

*Dî çarçoveya vê hemleyê de dê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Yên Kedkar dê çalaki bê lidarxistin.

*Bi armanca pêşîgirtina komkujiya li dijî jinê li herêma Raperîn, ji bo çareseriyê lidarxistina konferanseke taybet dê pêk were.

*Ji bo 4’ê Nîsanê dê çalakiya pîrozkirina giştî çê bibe.

Daxuyanî bî drûşma “Bê Serok jiyan nabe” û ‘ Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

 

Back to top button