Arşîv

Ancêla Reşo Gelê Efrînê li axa xwe xwedî derdikevin û koç nakin

 Hevseroka Encumana Tendrustî ya Kantona Efrînê Ancêla Reşo di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman û got:”Gelê Efrînê berxwedanek bê hempa dimeşînin û bi rûmeteke giranbiha xwedî li axa xwe derdikevin.”
Hevseroka Encumana Tendrustî ya Kantona Efrînê Ancêla Reşo derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê diyar kir ku gelê Efrînê bi zarok, ciwan, jin û temenbilindên xwe li ser piya ne û wiha got:”Dewleta tirk êrîşî gelê sîvîl dike û komkujiyê pêk tîne. Lê bila baş bizanibin ku gel dê her li ser piya bin û axa xwe terk nekin.”
‘Gel li axa xwe xwedî derdikeve û koç nake’
Ancêlayê bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û got:”Dewleta tirk ji bo gel koç bibe bombeyan li ser sîvîlan dibarîne. Lê li Efrînê berxwedanek bi hêz û bi îradeyek xurt tê meşandin û gel li axa xwe xwedî derdikevin û koç nakin. Gelê Efrînê li ser piya ne û parastina xwe ya rewa dikin. Şervanên YPJ/YPG’ê ji bo parastina axa Efrînê û sîvîlan bersiva van êrîşan didin. Em ê bi ser bikevin.”
‘Dê hêz û moralê me neşikên’
Ancêlayê anî ziman ku dê êrîşên li ser Efrînê hêz û moralên wan neşikîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ev êrîşana hêza me naşikîne em hêztir dibin. Em wekî zarok, jin, ciwan û kal hemû li pişta berxwedana Efrînê ne. Ancelayê bang li hemû saziyên navneteweyî kir ku erka xwe bînin cih û li dijî êrîşên li ser Efrînê bê deng nemînin.”
Back to top button