Arşîv

Efrîn wê dawiya dagirkeriya Erdogan bîne

Jinên bajarê Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk ya li dijî Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku berxwedana Efrînê wê dawiya dagirkeriya Erdoxan bîne.”
Jinên Qamişlo derbarê dagirkeriya Tirk û berxwedana Efrînê de nêrînên xwe anîn ziman.

ERDOXAN ÊRÎŞÎ SİVÎLAN DİKE

Hevseroka Rêxistina Rojava Necbîr Fetah diyar kir ku gelê Herêma Cizîrê heya dawî piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê dikin û wiha got: “Erdoxan dîn û har bûye û nema zane çawa pêşî li tekçûna xwe bigire. Êdî bi tang û belafiran êrîşî sivîlan dike. Lê bila Erdoxan û çeteyên wî biznibin ku bi hovîtiya xwe, tang û balafirên xwe nikare îradeya gelên azadîxwaz bişkîne. Em gelê kurd û Bakurê Sûriyê xwedî mafê parastina rewa ne û xwediyê dîrokek berxwedêr û tekoşînin.”

DAGİRKERÎ WÊ Lİ EFRÎNÊ TÊK BIÇE

Berpirsiya Buroya jin a Şaredariya Xerbî Raniya Bîco jî wiha nerîna xwe anî ziman: “Em berxwedana serdemê ya Efrînê pîroz dikin. Dîroka Osmanî û Erdoxan tijî dagirkerî û wêran kirine. Cih nemaye ku wêran nekirine. Lê berxwedaniya Efrînê wê dawiya dagirkeriya Erdoxan bîne. Em hemû gelên Herêma Cizîrê û taybet jin bi hemû pêkhateyên wê bi berxwedana Efrînê re ne û em ê bi hemû hêza xwe tekoşînê bidomînin, êrîşên dagirkeriya artêaş Tirk û hevkarên wî têk bibin.”

EFRÎN WARÊ
ARÎNAN NE

Welatiya bi nave Samiya Cuma êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wî şermezar kir û got ku wê Efrîn bibe goristana Erdgoan û çeteyên wî û wiha dom kir: “Erdoxan digot em ê di hefteyekê de têkevin Efrînê û hilweşînin lê, ev hewldana wan dê vala derkeve, ji ber ku Efrîn warê Arîn Mîrkan û kelha berxwedanê ye. Em ê hemû bi keç, xort, jin kal û pîr ji bo Efrînê çekan rabikin û berê xwe bidin Efrînê tevlî berxwedanê bibin.”

EFRÎN WÊ BIBE
GORA WAN

Endama Kevana Zêrîn Rûken Cûdî jî wiha got: “Berxwedaniya gelê Efrînê cihê moraldayîn û şanaziyê ye. Em gelê Bakurê Sûriyê bi berxwedaniya Efrînê ser bilindin. Em kurd û gelê berxwedêr ti carî li himberî bêheqiyê û faşîzmê serî natewînin. Efrîn li himberî faşîzma Erdoxan û çeteyên wî bi tekoşînek bê hempa li berxwe dide. Lê wê Efrîn bibe gora faşîzma dagirkeriya tirk û hevkarên wî.”

Back to top button