Arşîv

Jin û aboriya civaka komînal

Jin aboriya civakê jî pêşdixe. Ji ber ku jin mîna tova jiyanê ye ku her tişt xwe li derdora wê digerîne. Di rewşên şer û ambargoyên ser herêmê de, hewceyî bi avakirina aboriya civakê heye. Û di bingeha wê de aboriya jinê ye ku bi aboriya komînal dorpêça ser Bakurê Sûriyê tê şikênandin.

ARMANC PÊŞXİSTİNA
ABORİYA CİVAKÊ YE

Di derbarê vê mijarê de û ji bo zelalakirina rewşa aborî ya bajarê Dirbêsiyê Hevseroka beşê Koperatîfên Hevgirtin yên çandinî taybet bi jinê Ehlam El Elî wiha got: “Bi armanca aktîf û beşdarkirina jinan ku aboriya xwe û civakê pêşbixin, koperatîfên cur becur têne avakirin.”

KOMÎTEYÊN ABORIYÊ HATINE AVAKIRIN

Ehlam diyar kir ku bi mebesta pêşxistina aboriya jinê û civaka komînal, komîteya Aboriyê taybet bi jinê li bajarê Dirbêsiyê hatiye avakirin. Ku ev nêzî du salin buroya taybet bi karê jinê hatiye vekirin, gelek projeyên kooperatîf, hevgirtin, beşê sewaldariyê û koperatîfa Qesrikê avakirin û dane meşndin. Ku beşê sewaldariyê 25 jin tê de dixebitin, koperatîfa Qesrikê jî ku di nav xwede gelek koperatîfên çandiniyê dihewîne nêzî 3 hezar jin têde dixebitin. Kooperatîfa mirîşkên xwezayî jî li gundê Cozat de vebûye û tê de 60 jin di xebitin.”

EMÊ BI KOPERATÎFAN ABORIYA
KOMÎNAL AVABIKIN

Hevseroka beşê Koperatîfên Hevgirtin yên çandinî taybet bi jinê Ehlam El Elî di dawî de tekezkir ku armanca wan ji avakirina koperatîfan taybet çandinî piştgiriya aboriya jinê ye, her wiha çanda boriya komînla di civakê de bê avakirin.”

Back to top button