Arşîv

Jinan bi motîf û neqişan jiyan bi wate kirine

Li Kurdîstanê herî zêde çand û hûnera destan bi saya afirinerî û hilberîna jinan pêşve çûye.
Ji berê de jinên herêma Wan û Colemêrgê bi hûnera destan afirîneriyeke cûr bi cûr derxistîne holê. Jinan bi taybetî girîngî daye hûnera destan û li gel afirandina hûnera destan her jan û kêfxweşiyek xwe li ser berikan nexş kirîne. Jinan hem afirandine hem jî hilberandine. Motîfên ku li ser berikan têne çêkirin ji bo jinan wateyeke mezin e. Tê gotin ku nexşên li ser berikan tên çêkirin rewşa jinan û hêstên jinan aşkere dikin û jinan li ser berikan hêstên xwe nexş kirine. Nexş û motîfên ku reng û reng têne çêkirin ji hêstên kêfxweşî, aramî, xemginî, evîndarî û ji hev veqatandinê têne nexşkirin.

HER NEQŞEK XWEDÎ WATEYEKE

Herî zêde motîfên ajalan, rihberan û motîfên tevlîhev têne hilbijartin. Di wan deman de nexşkirina motîfên ajalan dihate wateya tercûmekirina hêstên jinan. Ger ku li ser berikan dûpîşk hatiba nexşkirin ev tê wateya parastin û tê gotin ku ev motîfe giyana şeytan temsîl dike. Di motîfên mar de jî baweriya baranên bi bereket nîşan dide. Her wiha jinan di nav motîfan de herî zêde qilonçê beranan bi kar anîye. Nexşekirina qolinçê beranan jî tê wateya kêfxweşî, rehm, ber û lêhengiya hêzê û li hemberî vê yekê ji xweda şûkûrkirin heye.
Her wiha di motîfên ku li ser berikan de çêdikin piştî ajalan herî zêde rihber têne tercîhkirin. Di nav motîfên rihberan de herî zêde dara jiyanê tê bikaranîn. Ev dar jî ji bo jinan dihate wateya bêdawîbûna jiyanê. Jinan ji xeynî motîfên ajal û rihberan ji asîmanan jî stêrk nexş kirine. Stêrk jî tê wateya hilberîn û hûnandina jiyanê û ronahiyê temsîl dike.

JI DIRÊJIYA POR
HETA AVÊ

Ji motîfên veqetandeka mîna guhar û gûstîl jî zayendiyê temsîl dike. Jin bi van tenêre jî bi sînor nema ne jinan li ser motîfên xwe mirov jî nexş kirîne. Tê gotin ku ev ji çanda Şamanan tê. Tê gotin ku di demên berê de jinên por dirêj ne zewicî bûn. Jinên ku dizewicîn piştre pora xwe jê dikirin. Jinan di wan deman de ev motîf jî li ser berikan nexş kirîne. Di nav motîfan de riya avê jî ji bo mirovan girîngiya avê nîşan dide. Jinan bi çêkirina berikan hem debara xwe dikirin hem jî ji her amûrek û xalîçeyê bi saya ben û afirandina xwe hildibarandin. Di wan wextan de jinên ku di berik çêkirinê de serkeftî û afiriner ji aliyê jinan ve navê wan li berikan dihat kirin. Jina bi navê Gulsarya jî yek ji wan e. Gûlsarya di berikçêkirinê de ji ber serkeftîna xwe nav û dengê wê belav dibe û zêdetir li herêma Colemêrg û Wanê ji aliyê jinan ve berika Gûlsarya tê çêkirin

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27