Arşîv

Jinên Ereb Em ê bi giyanê şehîd Avesta beşdarî berxwedana Efrînê bibin

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Ereb bi daxuyaniyekê gotinʺEm ê bi giyanê şehîd Avesta beşdarî Berxwedana Serdemê bibin.ʺ

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbic, Tebqa û Reqayê li gundê Hikûmiyê yê rojhilatê bajarê Reqayê hate dayîn.

Di  daxuyaniyê de hate gotin ew wekî jinên ciwan ên Ereb ew  amade ne bi giyanê şehîd Avesta beşdarî Berxwedana Serdemê bibin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanan hate kirin ku beşdarî Berxwedana Serdemê bibin.

Back to top button