Arşîv

Ji RAJIN daxuyaniya bîranîna Avrîn: Em ê li pey şopa wan bin

RAJIN’ê Avrîn Mahsûm ku dema hewl dida  berxwdanê û dagirkeriyê ragihîne şehîd bûyî bi bîr anî û got , ‘’Em ê di xeta çapemeniya jina azad de bimeşin’.

Yekîtiya Ragihandinê ya Jinên Kurdistanî (RAJIN) li ser Avrîn Mahsûm ku dema li Racoyê li pey nûçeyan bû şehîd bûbû, daxuyaniyek da.

RAJIN’ê diyar kir ku ew Avrîn Mahsûm bi hurmet û minet bi bîr tînin û ew ê di rêça çapemeniya jina azad de bimeşin. RAJIN’ê her wiha şîfa xêrê da Aras Mahsûm ku dema nûçegihanî dikir birîndar bûbû.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin  çawa ku Gurbetelî Ersoz salên 90’î bûbe dengê gelê Kurd ê ku ji bo hebûna xwe ispat bike têdikoşî û çawa ku li dijî dewleta Tirk bi qelem û çeka xwe li ber xwe dabe û şehîd bûbe, îro jî Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Ibîş, Hogir û Rizgar li dijî berhema heman hişmendiyê DAÎŞ’ê bûne dengê jinên berxwedêr û ji bo ku rastî di tariyê de nemînib, ev berxwedaniya dîrokî cihê ku heq dike bibîne, ji bo ku xeta berxwedaniya fedaî ya Avesta Xabûr nemir bibe bûne neferê xeta çapemeniya azad a jinê.

RAJIN’ê bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de û got, ‘’Li dijî çapemeniya tije derew a dewleta Tirk a dagirker em bang li çapemeniya demokrat-muxalîf, bang li hemû jinan dikin ku bihîstyar bin, bêdengiya xwe ya  li dijî vê komkujiya sivîlan û ya li bara vê berxwedana dîrokî bi dawî bikin.’’

RAJIN’ê herî dawî diyar kir ku ew ê li xeta çapemaniya azad a jinê derkevin, biparêzin û xeyalên şehîdan Kurdistana azad û Rojhilata azad pêk bînin û got, ‘Em ê bibin ziman û dengê heqîqetê, jinan.’’

Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Avrîn Mahsûm, li navçeya Raco ya Efrînê dema ku dîmenên şer radigihand 27’ê Çile şehîd bûbû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27