Arşîv

Yekemîn Akademiya Civaka Demokratîk a Jin hate vekirin

Li navçeya Til Koçer yekemîn Akademiya Civaka Demokratîk a  jinê bi navê “Şehîd Rojbîn Ereb” bi merasîmekê hate vekirin.

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî merasîmê vekirina akademiyê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêvebera Kongreya Star Mûna El-Mizil vekirina akademiyê li hemû jinan pîroz kir û got ku dê ev akademî bibe bingeha pêşxistina jinan.

Bi navê Meclîsa Gel a navçeya Til Koçer, endama meclîsê Sade El-Xelef jî axivî û ev tişt got “Jinên Ereb ên navçeya Til Koçer xwedî li fikirê azad ê Rêber Ocalan derketine û ji bo pêştina jinan ew ê têkoşînê bikin.”

Rêveberiya Akademiyê Eylem Dêrik girîngiya perwerdeyê di pêşxistina civaka azad û demokratîk de destnîşan kir.

Eylem bang li jinan kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin.

Akademî ji aliyê dayika şehîd Sêal Cûdî, Helîma Mihemed ve hate vekirin.

Di heman rojê de dewreya yekemîn a perwerdeyê bi navê Şehîd Sêal Cûdî bi beşdarbûna 20 jinan hate vekirin.

Back to top button