Arşîv

Jinên Ciwan destdirêjiya li cenazeya şervana YPJ‘ê şermezar kirin

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Dêrikê, bi sedan kes li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîstên girêdayî wê ku destdirêjî li cenazeya şervaneke YPJ‘ê kiribûn meşiyan.

Meş ji navenda bajarê Dêrikê dest pê kir, meşvanan wêneyên şehîd Avesta Xabûr, alên YPJ‘ê û pankarên “Ji bo Efrîn serî hide” hilda bûn.

Meş li ber navenda Ciwanên Rojava ya Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê rawestiya.

Jinên ciwan daxuyaniyeke dan. Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Letîfa Hacî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin “Wekî endamên Yekîtiya Jinên Ciwan em kiryarên hovane ku kommên terorîst ên destdirêjiya li dijî cenazeyê şervana YPJ‘ê ya ku parastina rûmet mirovahiyê diparast bi tundî şermezar dikin. Ev kiryarên tirsonekan û asta kîna wa ya li hemberî jina kurd a berxwedêr nîşan dide.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê berxwedana parastina mirovahiyê ji qirêjiya terorîstan di şexê Erdogan de ye.

Wekî Yekîtiya Jinên Ciwan em ê xeta şehîdan dewam bikin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27