Arşîv

‘Bila Erdogan nefikire ku Efrîn bi tenê ye’

 Jinên Herêma Cizîrê ku berê xwe dan Efrînê teqez kirin ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li kêleka Efrînê bin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku dikeve roja xwe ya 17’an gelê herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe ve berê xwe dan Efrînê. Jinên ku tevlî vê meşa dîrokî ya piştevaniya Efrînê bûn nerîn û hestên xwe parve kirin.
Ji Rêveberiya Kongra Star a gundê Girbawî Xedîce Mecîd  ku tevlî meşa dîrokî ya piştgiriya Efrînê bû û berê xwe da Efrînê bi coş û heyecanek mezin hestê xwe wiha anî ziman: “Em wek welatiyên Herêma Cizîrê kom bûne da ku em herin Efrînê û piştgiriya gelê xwe yê berxwedêr ê Efrînê bikin. Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî piştevaniya gelê xwe yê Efrînê bikin. Bijî berxwedana Efrînê.”
Leyla Xelîl jî ya ji gundê Girbawî jî hestên xwe yê çûyîna Efrînê wiha anî ziman: “Em niha li vir ji bo piştgiriyê bidin Efrînê amade bûne. Bila Erdogan nefikire ku Efrîn bi tenê ye û ew ê bi hêsanî dagir bike. Şehîd namirin, bijî berxwedana Efrînê.”
Mamosteya zimanê kurdî Şemal Hisên jî got ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwedana Efrînê xwedî derkevin û wiha got: “Em hemû li vir civiyane ji bo ku em herin Efrînê, em kêfxweş in ku em ê herin piştgiriya gelê xwe yê Efrînê bikin. Erdogan bi van êrîşên xwe ku li ser Efrînê pêk tîne dawiya xwe bi destê xwe anî. Em ê canê xwe fedayî Efrînê bikin û em ê bi serbi keve.”
Rêveberiya Meclisa Taxa Xerbî ya girêdayî bajarê Qamişloyê Şêrîn Abdullah jî ji bo piştgiriya herêma Cizîrê ji herêma Efrînê re hestê xwe wiha anî ziman: “Em wek jinên herêma Cizîrê em ê biçin herêma Efrînê ji bo em piştevaniya gelê xwe yê berxwedêr bikin. Em berxwedaniya serdemê ya gelê Efrînê pîroz dikin. Banga me ji hemû rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî û netewên yekbûyî dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin û kuştina sivîlan rawestînin. Em ê jî heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe bidin û Efrînê bi ser bixin.”
Her wiha Rêveberiya Mafê Mirovan Gulîstan Elî jî diyar kir ku ew jî weke jinek ji herêma Cizîrê biryar daye ku biçe Efrînê û piştgiriya berxwedaniya gelê wir bike û wiha pê de çû: “Weke ku em dizanin dewleta Tirk ne ji îro ve êrîşî gelê Kurd dike, dewleta Tirk naxwaze ku Kurd bigihêjin mafê xwe, ji bo vê yekê pêwîst e gelê Kurd hemû piştgiriya herêma Efrînê bikin heta ku bi ser keve. Barîna ku canê xwe ji bo Efrînê feda kir, temsîla hemû jinên cîhanê dike, ji ber vê yekê ji me hemûyan tê xwestin ku em helwestên xwe diyar bikin û tevlî nava berxwedana herêma Efrînê bibin û bibin piştek ji berxwedana Efrînê re.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27