Arşîv

Jinên Efrînê: Komploya li dijî Ocalan îro li Efrînê didome

Jinên herêma Efrînê diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye ye û destnîşan kirin ku gelê herêmê fikirê Ocalan girtiye û wê komplo û hemû pîlanan vala derxîne.

Jinên Efrînê têkildarî salvegera Komploya Navdwletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, ji ANHA’yê re axivî.

Jina bi navê Nadiceda Mele Reşîd derbarê mijarê de got ku jinên Efrînê xwe li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd xwe birêxistin kirine û wiha got: “Em ji bo pêkanîna zihniyetê bver bi demokrasiyê ve tekoşînê dikin, em ê vê zihniyetê di nava civakê de belav bikin. Ev wê di riya qanûnên jinan re were belavkirin. Armanca me zanekirin û perwedekirina nifşên nû ya ji bo avakirina Sûriyeke yekbûyî ye.”

JIna bi navê Emîna silêman jî got ku her êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê zêde bibe wê israr wan a berxwedanê hîn pêş bikeve û wiha dom kir: “Em ê serê xwe ji Artêşa Tirk û çeteyên wê re netewîn in. Artêşa Tirk nikare li ser erdê tiştekî bike, ji ber wê di nava 24 saetan de sivîlan dike hedef.”

Jina bi navê Şîraz Hesen jî got ku ew zarokên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in û li ser fikir û felsefeya wî xwe birêxistin kirine û wiha dom kir: “Bele dewleta Tirk bi karê xwe yê hindir ve mijûl bibe, dest ji gel me yê aştîxwaz berde.”

JIna bi navê Eytan Şêx Îsa jî got ku ew xwe li ser esasê hevgirtin û jiyana hevbeş birêxistin dikin û ev tişt anî ziman: “Em di dibistana fikrê Ocalan de perwede bûne, lewma em ê li dijî h emû êrîşan liber xwe bidin û parstina xwe bikin. Em niha di meha sibatê de ne, ev meheke reşe. Di vê mehê komploya li dijî Rêberê Ocalan pêk hat, êrîşên li ser Efrînê jî berdewama komploya navdewletî ya li dijî Ocalan e. Ema bela baş bizanin ku êrîşên wan û hemû komplo bi tekoşîna gel me têk biçe.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27