Arşîv

‘Tirkiyê li ber îradeya jinan bê hêze’

 Berdevka Fermî ya Komîteya JInên Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê li herêma Efrînê Şêrîn Hesen diyar kir ku êşkenceya cenazeyê şervanan YPJ’ê karekî li dijî exlaqê mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk careke din isbat kir ku ew li ber berxwedana jinan lawaze. Em soza tolhildanê didin.”

Berdevka Fermî ya Komîteya JInên Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê li herêma Efrînê Şêrîn Hesen debarê rola jinan di Berxwedana Serdemê de ji ajansa me re axivî û got ku Artêşa Tirk û çeteyên wê hemû beşê civakê û îradeya jinê bi taybet hedef digrin.

Şêrîn di axaftina xwe de got ku jinan li tevahî Bakurê Sûriyê 2 şoreş birêve birine û wiha dom kir: “Jinan şoreşa civakê, ya li ser esasê guhertina zihniyeta desthiladarî, diheman demê de rêveberiya artêşeke mezin kir û serkeftinnê mezin bidest xistin. Roleke mezin di parstina civakê de pêk anî.”

Şêrîn, her wiha da zanîn ku jinên Rojava-Bakurê Sûriyê bûne sembola hevgirtina di navbera hemû jinan de û wiha dom kir: “Di hemû kombûyîna jinan de pirengî derdikeve pêş, bi vê gave tê xwestin ku civaka xwezayî were jiyankirin. Di dema ku hemû beşên civakê li ser esasê biratî tekoşîn didan meşandin.”

Şêrîn, di axaftina xwe de her wiha da zanîn ku jinan hêza û îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wergirtine û wiha dom kir: “Li ser esasê pirojeya Netewa Demokratîk xwe birêxistin kiriye. Ji ber vê yekê êrîşkar her dem dixwazin rola jinan a pêşeng di nava şoreşê de têk bibinû îradeya wê bişîn in.”

Şêrîn, her wiha bal kişand ser êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wan û wiha pê de çû: “Artêşa Tirk û çeteyên wê di êrîşên xwe de berxwedana jinan hedef digrin, lewma cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê  û şervanên din ên YPG’ê êşkence kirin.Kiryarên wan li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne, ev yek lawaziya wan nîşan dide, lewma careke din dixwazin jinê bi rêbazênxwe yên qirêj tune û bê îrade bikin.”

Şêrîn da zanîn ku kiryarên wan wê îradeya jinan lawaz neke û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Kiryarên wan wê îrdeya jinan lawaz neke, jinên ku berxwedana wê di hemû cîhanê de deng vedaye, wê gavan paş de neavêje. JInên ku bi tekoşîna xwe rihê tolhildanê di dilê hemû jinên herêmê û jinên bakurê Sûriyê de geş kirine.”Em ê tolê ji kiryarên wan ên li dijî exlaqên mirovahiyê rabikin.Ev di kesayetên şervanên YPJ’ê de roj li pey rojê derdikeve. ŞErvanên ku di nava jinên cîhanê de bûne sembola berxwedanê û asta perwedeya xwe pêş xistine da ku li ser esasê azadiya jinan xwe birêxistin bikin.”

Berdevka Fermî ya Komîteya JInên Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê ya Efrînê Şêrîn Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên jinan ku  bi navê azadiya jinan bang dikin, kir ku divê ji bêdengiya xwe derkevin û helwesta xwe ji bo cezakirina dagirkeriya Tirk ku bi destê wan kiriyarên li dijî mirovahiyê li ser jinan tê meşandin, diyar bikin.

 

Back to top button