Arşîv

Sê jin firinekî bi rê ve dibin

Kongreya Star firineke taybet li Qamişlo ji bo jinan vekir.
Di pêşengtiya Kongreya Star de xebatên pêşxistina Aboriya jin berdewam dikin.
Ji bo ku jin karîbe aborîya xwe bi xwe birêve bibe û bê yî ku hewcedarî tu kesî bibin, xebatên xwe yên aboriya xweser didomînin. Di vê çorçoveyê de Kongra Star bi alîkarîya Koperatîfa Aborîya Jinê firinek taybe ji bo jinan li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo vekir.
Têkilidarî vekirina firinê rêvebira firinê Necah Hemîd destnîşan kir ku ev firin bi alîkarîya Kongreya Star û Koperatîfa Aborîya Jinê hatîya vekirin ji bo jin aborîya xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Hemîd weha got: “em sê jin di vê firinê de kar dikin û bi rê ve dibin. Armanca bi gavên bi rengî ew e ku li dijî nêzîkatiyên zayendperest jin hê zêde bi hêza xwe bawer bibin û bi biryar gavên xweser bavêjin û pêk bînin. Kooperatîfa Jin jî bi projeyên xweser ji bo jinan xebatên xwe didomîne.”
Hemîd da zanîn ku ew saet 6 ê sibehê tên firinê, dest bi çêkirina nan dikin û heta seat 2’yê piştî nîvro dixebitin û ji bo welatiyan nan çê dikin.
Rêvebera Firinê Necah Hemîd di dawiya axivtina xwe de dîyar kir ku welatî vî karê ku jin pê radibe weke karekî girîng dinirxînin.

Back to top button