Arşîv

Akademiya Meclîsa Jinên Sûriya Demokratîk a Tebqayê hate vekirin

Akademiya Meclîsa Jinên Sûriya Demokratîk a Tebqayê bi merasîmekê hate vekirin.TEBQA-VIKRNA-MIGLSA-JINI (3)

Meclîsa Jinên Sûriya Demokratîk ji beriya du mehan ve avahiya Akademiya Meclîsa Jinên Sûriya Demokratîk li Kornêşa taxa El-Ewel nêzî Akademiya Civaka Demokratîk amade kiribû.

Îro bi armanca vekirina akademiyê ku yekemîn akademî taybet bi jinan li herêma Tebqayê tê vekirin, merasîmek hate lidarxist.

Di merasîmê vekirinê de, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec vekirina akademiyê li jinan pîroz kir.

Endama Rêveber a Meclîsa Sivîl a Reqayê Sûad El-Kurdî axivî û got, “Li pêşiya me xebatên fireh hene, ku xwedî li xeta şehîdan derkevin.”

Di merasîmê de, Berdevka Komîteya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê li ser rola jin got, “Roleke mezin li pêşiya jinan ku ji bo avakirina civakeke dirust  bi bixebitin.”

Berdevka Meclîsa Jin a Tebqayê Sûad El-Reşîd peyamên pîrozbahiya vekirina akademiyê xwend.TEBQA-VIKRNA-MIGLSA-JINI (1)

Nûnerê Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Wela Nacî tekezî li ser xwedîdkertina li jinên di rewşên şer de jiyan dikin, kir.

Li gorî bernameya akademiyê, destpêka meha li pêş dewreyên perwerdeyên bîrdozî werin vekirin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27