Arşîv

Eyhan Yûnis: Berxwedana Efrînê ronahiya siberojê ye

 Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis êrîşên li ser Efrînê nirxand û got:”Dê Berxwedana Serdemê bi hêza gel, zarok û şervanan bi ser bikeve.”
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku hem ji hewayê hem ji bejayî berdewam dike, ket roja 25’an. Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û anî ziman ku berxwedana Efrînê ronahiya siberojê ye û dê Efrînê bi ser bikeve.
‘Berxwedana Serdemê mînakek bi rûmet e’
Eyhanê diyar kir ku Berxwedana Serdemê mînakek bi rûmet e û wiha got:”Dewleta tirk her roj axa me bombebaran dike, mal, dibistan, goristan û gel hedef tên girtin. Lê gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî van êrîşana serî netewandin û berxwedana serdemê ji bo cîhanê bû mînaka têkoşîneke giranbiha.”
‘Zarok siberoja gelan a ronî ye’
Eyhanê her wiha bal kişand li ser bombebarana Tirkiyeyê ya li ser dibistanên zarokan û wiha got: “Zarok siberoja gelan a ronî ye. Lê Tirkiye zarokan jî hedef digirin û dibistanê wan bombebaran dike. Divê hemû cîhan bibe yek û li dijî zilma ku li zarokan tê kirin derkevin. Em jî amade ne ku biçin Efrînê û alîkariyê bikin.”
‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’
Eyhanê diyar kir ku gelê Efrînê ne bi tenê ye, her der Efrîn e her der berxwedan e û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Gelê Kurd xwedî hêzek e cuda ye. Loma em ê bi ser bikevin û dawî li vê zilmê bînin.”
Back to top button