Arşîv

Bi klamên xwe zehmetî û zilma li ser malbatan girtiyên siyasî vedibêje

 Li Kurdîstanê bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Li gel polîtikayên sirgûnkirinê herî zêde malbat zehmetiyan dikşînin. Rê xelas dibe lê zilma ser malbatan bi dawî nabe. Dayikên ku nexwazin van rojan bidin jibîrkirin jî bi klamên xwe diherikînin ber bi dîrokê.
Di dîroka çanda kurdewarî de jinan bi klam gotinê xem û tengasiyên jiyanî vegotine. Bi taybetî ji jinên kurd bi behredariya xwe hûnera kurd pêşve birine. Her tiştên dîrokî yan jî xem,  bi klam gotinê ve hatine saz kirin. Bi salane zilma ser gelê kurd her tim hatiye dubare kirin. Dayika Zûbeyde Yeşîl a ku xwedî sê girtiyan, ji bo ku balê bikşîne ser zilma ku ser serê wan tê kirin û  zehmetiyên ku malbatên girtiyên siyasî  dikşînin û  politikayên sîrgûnkirinê bi klamên xwe vedibêje. Her klamek wê dibe serpêhatiyeke bi dîrokî.
‘Malbatên girtiyan zehmetiyan dikşîne’
Dengbêj Zûbeyde bi lêv kir ku her tişt kevin dibe, lê dîrok tu car kevnare nabe û got ku ji ber ku wan pir kişandine ew di klam gotinê de ewqas zehmetiyê nakişîne û wiha axivi;”Gava ku mirov pir êşan dikşîne, mirov ewqas zêdetir klaman dibêje.  Bi her awayî ez klaman dibêjim. Kêfa min pir zêde ji klam gotinê re tê. Gava ku xemên mirovî hebin mirov pêdiviyê dibîne ku, klaman bibêje. Sê girtiyên me hene. Em çûyin û hatine girtîgehê de pir zehmetiyê dikşînîn. Her mehê carekî em diçîn hevdîtin e. Car caran xuya nake. Ji ber ku dibe bên sirgûnkirin. Herî zêde malbatên girtiyan zehmetiyê dikşînin. Gava ku em diçîn hevdîtine em pir zehmetiyan dikşînîn emrê me tev bi riyên girtîgehan ve derbas bû. Ji ber vê jî ji bo ku van rojan nedim jibîrkirinê, min klamek çêkir. Di taxê de heybet herkes ev klama min bihîsti ye. Di klamê de ez behsa zehmetiyên ku malbatên girtî dikşînin dikim. “
‘Ez herî zêde ji girtiyên siyasî re klaman dibêjim’
Zûbeyde daxuyand ku gelê kurd li gorî her hêstên mirovahi hûner afirandîne û wiha berdewam kir;”Em ne tenê bi hêstên xemgînî klaman dibêjîn, di dengbêjiyê de vegotina her hêstekî heye. Jiyan çawa reng bi renge hûnera gelê kurd jî wisa ye. Girtiyên min hene ji bo wê jî herî zêde ez li ser zehmetiyan klaman dibêjim. Dixwazîm herkes bibîne ku, zilmeke çawa ye. Jiyana mirovî tev ber deriyên girtîgehan derbas dibe. Di vê pêvajoyê de zehmetir bû ye. Carna destûr nadin ku em herîn hevdîtine. Hîna malbat hene, ji bo hevdîtinê ji Wanê diçin Enqere yê. Bi rastî hem derfetên malbatan nînin, hem jî her dayikek dixwaze zarokê xwe bibîne. Lê çiqas   zehmetiyên jiyanî hebin serfiraziyên mirov jî ewqas zêde ne. Ji bo wê yekê ji divê mirov di warê başiyan de her tim bi hêvî be.Her klamek min diyariyek ji bo girtiyan”
‘Divê em  dîrokê nedîn jibîrkirin’
Zûbeydeyê herî dawî anî ziman ku ew tu car dev ji klam gotinê bernade û wiha dawî da axiftina xwe;”Ez dixwazim zarokên min jî neviyên min jî bi klam gotinê mezin bibin. Ji ber ku em dayik klaman jî nebêjîn emê nikarîn jiyan bikîn. Divê em  dîrokê nedîn jibîr kirin û ji dîrokê  re bibîn ronahî. Ji bo wê jî ez tu car dev ji klam gotinê bernadim. Heyanî emrê xwe yê  dawî ezê klaman bêjim.”
Back to top button