Arşîv

Solîn Mava: Berxwedana ku îro tê dayin komplo pûç kir

 Jinên Serêkaniyê û Şervana YPJ’ê Solîn Mava komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û soza xwedîderketina li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.
Jinên Serêkaniyê û Şervana YPJ’ê Solîn Mava komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û soza xwedîderketina li Rêberê PKK’ê Abdullah dan û gotin:”Em ê li mîrateya ku jinê azad dike xwedî derkevin û Serokê xwe azad bikin.”
Hevseroka Meclisa herêma Serêkaniyê Rîhan Xelîl komploya 15’ê Sibatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah şermezar kir û wiha got: “15’ê Sibatê ji bo me gelê Kurd rojeke reş e. Dewletên navnetewî ku dixwazin gelê Kurd tune bikin, bi serkêşiya AKP’ê Rêber Apo dîl girtin. Ev çend sal in ku dewleta Tirk rêberê me xistiye bin tecrîdeke giran û nahêle ku hevdîtin bi malbat û parêzerên wî re pêk werin. Em niha tiştekî li ser tenduristiya Rêber Apo nizanin. Em ê li hember van kiryarên wan bi rihê Avesta Xabûr û şoreşa Efrînê her dem têkoşînê bidin meşandin.”
Rîhan Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Rêber Apo di perpektîfên xwe yên dema dawiyê de dibêje ku ‘eger jin têkoşînê neke pergala Imraliyê naşkê û eger pergala Imraliyê neşkê jin tucaran azad nabin’. Em jî wek jin li ser vê bingehî dê têkoşîna xwe dewam bikin. Gelê Kurd jî her dem di nava berxwedanê de ye. Ramanê Rêber Apo  ji me re weke nan û avê ye.  Em weke gelê Bakurê Sûriyeyê û gelê Rojavayê Kurdistanê, azadiya rêberê xwe dixwazin. Ji bo vê armancê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û di nava berxwedanê de bin.”
‘Projeya Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê ye’ 
Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D Şêrîn Ebdê jî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Dewletên ku destê wan di komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de heye, heta roja îro vê komployê didomînin. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo ji bo xwe weke xeteriyeke mezin li ser pergala xwe didîtin, ev komplo pêk anîn. Xwestin ku gelê Kurd bê vîn û hêz bikin. Destpêkê xwestin Rêber Apo li Şamê tasfiye bikin, lê di wê de jî bi ser neketin. Em weke gelê Kurd li ser vê felsefeyê dijîn, tecrîda li ser Rêber Apo jî tecrîda li ser gelê Kurd e. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû mirovahiyê ye, ne tenê ya gelê Kurd e, ji ber ku projeya wî ji bo tevahî cîhanê ye.”
‘Kompoloya navneteweyî li Efrînê dubare dibe’
Her wiha Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Solîn Mava jî komploya 15’ê Sibata 1999’an şermezar kir û got: “Komploya navneteweyî li herêma Efrînê dubare dibe. Komplo ne tenê li ser kesayeta Serokatî ye, li ser mirovan, jinên azad û tevahî gerdûnê ye. Serok Apo ji bo me gerdûn bi xwe ye. Rast e  tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dimeşînin, lê Serokatî bi fikirê xwe azad e. Girtina Rêber Apo li dijî mafê mirovan û zagonên navnetewî ye. Lê tevî vana berxwedana ku îro tê dayin komplo pûç kir”
‘Bi rihê Arîn, Avesta û Barînan em ê komployê vala derxînin’
Solînê axaftina xwe wiha domand: “Bêdengiya civaka navneteweyî tê wateya xiyanet û berdewamiya komployê, lê em ê bi vîn û îradeya gelê xwe bigihêjin azadiya Rêber Apo. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya azad şoreşa Rojava pêş xist, mînaka herî mezin jî ku îro ji tevahî cîhanê gel berê xwe dide nava hêzên me û bi rihekî azad tevlî nava refên YPJ’ê dibin û şerê dijmin dikin.”
Solînê her wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşên ku li ser Efrînê tên kirin ji bo têkçûyina fikirê Serokatî ye, lê ew nikarin tucarî vî fikirî têk bibin, ji ber ku êdî gel dijminê xwe nas kiriye. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her tim li ser piya bin . Bi rihê Şehîd Avesta Xabûr ku sembola azadiyê ye, em ê têbikoşin û serokê xwe azad bikin.”
Back to top button