Arşîv

Hem dixebite hem jî ji jinan re qada aboriyê vedike

 Li taxa Xacortê jina bi navê Perîşan Sayginyigit bi xebata xwe hem debara  xwe dibe hem jî ji jinan re qada aboriyê vedike.
Li Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya Armûşê  jina bi navê Perîşan Sayginyigit(62) 8 sal in bi keda destên xwe debara xwe dike. Dayika Perîşan her tiştê ku bi destên xwe çêdike ji lîfan heyanî lihêvan  di dikana xwe de difiroşe. Her wiha ji bo ku di warê aborî de ji jinên taxê re bibe alîkar ji jinan re jî qada aboriyê vedike.
Hewl da û serkeftî bû 
Perîşanê anî ziman ku ji bo jin di warê aboriyê de xwe pêşve bibin ew di her awayî de ji jinan re dibe piştgir û wiha axivi:”Ez ji  Colemêrgê me. Min li Colemêrgê li ser xaka xwe hilberîn dikir. Lê piştî ku ez zewîcim, ez bûm xwedî zarok û êdî ez girêdayî malê mam. Lê li hemberî zehmetiyan tu car min dev ji jiyanê berneda. Ji bo ku aboriya xwe ava bikim, ez her tim difikirîm. Her çiqas temenê min mezin bibe jî min tu car dev ji  hînbûyina nûbûnê berneda. Li hemberî hînbûyinê meraqek min û hewlek min hebû. Min dest bi xwendin û nivîsê kir û ez bi ser jî ketim.  Piştre min biryar da ku ez ji bo xwe kargehekê vekim. Di her qadên jiyanê de jin ji bo ku aboriya xwe ava bikin hewl didin û di aboriyê de cih digirin. “
‘Divê di qada aboriyê de jin li ber xwe bidin’
Perîşanê bal kişand ser hişmendiya mêr û bi lêv kir ku jin hişmendiya mêr ji bo xwe mîna astengiyê dibînin û wiha berdewam kir:”Ji ber ku di civakan  de hişmendiya serdest hatiye avakirin jin di warê peşveçûnê de zehmetiyê dikşîne. Jin vê hişmendiyê ji bo xwe mîna astengiyekî dibîne. Lê jin dikarin her tiştekî bikin. Divê jin dev ji keda xwe bernedin. Bi zêdebûna kiriyaran kar jî zêde bû. Niha 6 jinên karker li cem min dixebitin. Jinên ku nikarin danûstandinê bikin ez diyarî didim wan. Min her jinek hînî vî karî kiriye. Niha her jinek karekî dike. Hem pere qezenc dikin, hem jî di warê civakbûnê de serkeftinên mezin dest digirin. Di kargeha min de lîf, destmal, lihêf û her tiştekî em bi destên xwe çêdikin. Karê me baş derbas dibe. Bila tu car jin bêhêvî nemînin. Ger ku jin aboriyê de pêşve biçe dikare her karî bike û di wî karî de serkeftî derbikeve. Divê di qada aborî de jin berxwe bidin.”
‘Bi OHAL’ê re  karê me sekinî’
Perîşanê destnîşanî  OHAL’ê kir û got ku  ger ku OHAL rabe di aboriyê de tu pirsgirêk namînin û wiha domand:”Ji ber bihabûna  malzemeyan em car caran pereyê xwe nikarin derbixînîn. Ji aboriyê  zêdetir, ez ji bo ku çend jinan di warê aborî de peşve bibim wê difikirim. Bi OHAL’ê re  karê me sekinî.  Ez dixwazim OHAL bê rakirin. Her jinek dikare aboriya xwe pêşve bibe. Çiqas destên jinan bê divê bikin.”
Back to top button