Arşîv

‘Em ê berxwe bidin em dev ji axa xwe bernadin’

 Endamên Asayîşê yên Navçeya Mabeta êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ku ew tucarî dev ji axa xwe bernadin û heta dawiyê wê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û navçeyên wê didome. Berxwedanê Efrînê ku wekî Berxwedana Serdemê tê binavkirin, ket roja 29’an. Endamên hêza Asayîşê yên Navçeya Mabata êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û têkildarî mijarê nerînên xwe anîn ziman.
‘Axa me rûmet û hebûna me ye’
Endama Rêveberiya Asayîşa Mabeta Nazlî Mihemed êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Em weke jinên di Asayîşê de, li axa xwe xwedî derdikevin. Çimkî axa me rûmet û hêbûna me ye. Her wiha em di nav bajar de jî parastina gel dikin. Heta niha jî hevalên me bi berxwedanî û qehremantiyeke mezin şer dikin. Gelê Mabeta jî tevî êrîşên tank, top û balafiran ji malên xwe derneketin û cihê xwe bernedan. Em jî weke Asayîş di nava gel de ne û ji bo parastina wan her tim amade ne. Bila dewleta Tirk tucaran nefikire ku wê gelê Efrînê ji top û balafirên wê bitirsin. Dê heya dawiyê ev gel li ber xwe bide û wê bi ser bikeve.”
‘Ew ê li dijî berxwedana me têk biçin’
Her wiha endama Asayîşê ya bi navê Xalîde Hemo ku bi xwe jî ji Mabeta ye wiha got: “Em ê li hember êrîşên dewleta Tirk ku li ser axa Efrînê tên kirin û komkujiyên ku li ser sivîlan tên çêkirin, bêdeng nemînin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Xaka Efrînê ji bo me pîroz û giranbuha ye, em ê ji bo axa xwe canê xwe feda bikin. Wê her tim serkeftin a me be û ew ê li dijî berxwedana me têk biçin.”
‘Em dev ji axa xwe bernadin’
Endama Asayîşê Lemya Begdaş Hemo jî bang li jinan kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk serî hildin û wiha got: “Bila hemû jin xwe ji zilm û zordariyê rizgar bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk serî hildin. Em dev ji axa xwe bernadin, ez dayik im û keçek min jî heye lê em tu carî terka xaka Efrînê nakin. Moralê me weke jin jî pir bilind e, heta dawiyê jî em ê berxwe bidin ku kes nikaribe axa me ya pîroz ji me bigire.”
Dilîşan Osman Dawûd jî wiha got: “Tu caran hêz û rûmeta jinê li dijî êrîşkar û desthilatdaran dê têk neçe. Jinên Kurd leheng in û ji dil û can axa xwe diparêzin. Em tucarî axa xwe bernedin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27