Arşîv

Jinên Kildan berxwedana serdemê ya Efrînê silav kirin

 Endamên jin ên komîna taxa Kildanan a bajarê Dêrikê êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê şermezar kirin û bang li hemû pêkhateyên kirin ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk hevgirtina xwe xurttir bikin.

Di çarçoveya helwestên piştgiriya bi berxwedana serdemê ya Efrînê de bi dehan endamên jin ên komîna taxa Kildanan a bajarê Dêrikê li pêşiya komînê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin ku li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk hevgirtina xwe xurttir bikin û li gorî berjewendiya hevgirtin û biratiya gelan tevbigerin.

Di daxuyaniyê de berxwedana serdemê ya Efrînê hate silavkirin û bang li civaka navnetwî hate kirin ku bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî li hemberî hovîtiya li dijî Efrînê rabin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27