Arşîv

Şervanên YPJ: Em ê bi rihê fedayî welatê xwe biparêz in

Şervanên YPJ’ê yên di eniyên berxwedanê ya herêma Cindirêsê de parstinê dikin û bersiva êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê didin, diyar kirin ku ew ê bi rihê fedayî yên berxwedana hevalên xwe yên şehîd parastina herêmê bikin û berxwedana xwe bidomîn in.

Şervanên YPJ’ê di berxwedana Serdemê de li dijî Artêşa Tirk a dagrker û çeteyên wê liber xwe didin û derbeyên giran li êrîşkaran dikin, diyar kirin ku ew ê bi rihê fedayî tola şehîdên sivîl û zarokan rabikin.

Şervana YPJ’ê Denîz Firat derbarê mijarê de got ku ew ê bi rihê Avesta ku di dilê wan de hatiye çandin bibin fedayên welat û ev tişt anî ziman: ” Em ê li ser riya hevalên xwe yên şehîd bimeş in. Em xwedî rihekî berxwedanû fedekariê ne, hevalên me yên şehîd ji bo parstina Efrînê can ê xwe feda kirin, em ê heta dwî şopdarên riya wan bin.”

Denîz Firat her wiha diyar kir ku ew ê di eniyên pêş de yên Cindirêsê de got ku ewê hemû herêmê biparêzin û wê rê nedin Artêşa Tirk û çeteyên wê ku bikevin herêmê. Em soz didin ku em ê canên xwe bikin bendên bi hêz li pêşiya dagirkerên ku dixwazin mîrasê hêrêmê ya biratiya gelan binpê bikin.”

Şervanan YPJ’ê ya bi navê Rojîn Efrîn jî got ku ew ji bo parastina gelê Efrînê şer dikin û ev tiştn anî ziman: “Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hemû teknîka xwe ya pêşketîdi şerê xwe yê li dijî me de bikar tîne, lê ew ê nikaribin îradeya me têk bibinb. Emê heta dawî parstina herêma Efrînê bikin. Eê gelê xwe heta nefesa dawî biparêzin. Em ê nehêlin xaka Zeytûnan qirêj bikin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27