Arşîv

Jinên Ciwan li Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê meşiyan

 Îro Jinên Ciwan li bajarê Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, meşek li dar xist. Meş ji gundê Kersanê yê rojhilatê Minbicê hate destpêkirin.

Meş ji gundê Kersanê yê rojhilatê Minbicê hate destpêkirin. Meşvan 10 KMꞌyan ji Kersanê ber bi çerxerêya  Cizîrê ya rojhilatê Minbicê ve meşiyan.

Jinên ciwan ên Minbic, Tebqa, Reqa, Cizîr, Girê Spî û Kobanê tevî meşê bûn. Di meşê de, Berxwedana serdemê ya Efrînê hate silavkirin, her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate şermezar kirin. Beşdaran alên Meclîsa Ciwanên Minbic, Jinên Ciwan, Meclîsa Jinan û Meclîsa Leşkerî  ya Minbicê rakiribûn.

Meş li çerxereya  Cizîrê ya bajarê Minbicê veguhrî mîtîngê. Li vir Berpirsyara Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakurê Sûriyê Mîdya Mihemed axivî û destnîşan kir ku jinên ciwan isbat kir ku li pişta Efrînê ne û ew amade ne Ii rex şervanên YPG û YPJ`ê axa Sûriyê biparêzin.

Mîdya tekez kir ku jinên ciwan ên Bakurê Sûriyê bi berxwedana Efrînê re ne û li dijî êrîşeke wiha ne. Her wiha destnîşan kir ku heya dagirker ji xaka Sûriyê neyên qewitandin jinên ciwan ranaweste.

Mîdya Mihemed axaftina xwe dewam kir û gotʺEm bang li hemû jinên ciwan ên Sûriyê û cîhanê dikin ku li hemberî komployên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng nemînin”.

Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

 

Back to top button