Arşîv

‘Berxwedana Serdemê berxwedana jinê ye’

Gelê Şengalê, herêma Cizîrê û herêma Firatê di saetên sibehê de li Qada Jina Azad a Kantona Kobanê kom bûn û berê xwe dan herêma Efrînê.
Berxwedana Serdemê di roja 34`an de berdewam dike. Êrîşên dewleta tirk bê navber didome. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan û piştgiriya berxwedana Efrînê, gelê herêma Cizîr û Firatê bi hemû pêkhateyên xwe û gelê Şengalê ketin seferberiyê û berê xwe dan Efrînê. Jinên ku tevlî vê meşa dirêj a piştgiriya berxwedana Efrînê bûn nêrîn û hestên xwe parve kirin.
Esma Murad a ji Girkêlegê hestên xwe wiha anî ziman: “Zêdeyî mehekê ye ku dewleta Tirk Efrînê bombebaran dike. Lê bila Erdogan zanibe ku ne tank, ne jî topên wî nikarin bi gelê Kurd. Ji ber ku me jinên Kurd soz daye gelê Efrînê ku em ê li pişt wan bin heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê.”
‘Erdogan nagihêje hedefa xwe ya tunekirina Kurdan’
Dayika bi navê Emîna Xorşît ku ji Şengalê tevlî meşa dirêj a piştgiriya Efrînê bûye wiha got: “Ji bo ku em bi gelê xwe yê Efrînê re bibin alîkar, em îro weke jinên Êzidî em bi coşeke mezin tevlî berxwedana mezin dibin. Ji ber ku her tim li ser jinên Kurd zilm û qetilkirin heye. Lê em îro xwedî îrade ne ku em pêşî li vê qetilkirinê bigirin. Ji ber vê jî gerek her kes bizanibe ku gelê Kurd yek e û wê her yek be. Bila her kes zanibe ku gelê Şengalê komkujiya ku li Şengalê qewimî ji bîr nekiriye. Dewleta Tirk  dixwaze xaka Kurdan ji Efrînê heya Şengalê bixe bin destên xwe lê heta jineke Kurd li ser rûyê erdê hebe bila kes van hizran neke.”
‘Dê serkeftin a Gelê Kurd be’
Her wiha Seîda Hesen, Sozdar Mihemed û Medîna ku ji herêma Cizîrê ji bo Berxwedana Serdemê berê xwe dane Efrînê wiha gotin: “Em bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Îro jinên herêma Cizîrê bi hemû coş û îradeya xwe berê xwe didin Efrînê û pêşengtiya gelê Efrînê dikin. Dê serkeftin a Gelê Kurd be. “
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27