Arşîv

Fatma: Çi bi bebeka min hat

 Nexweşxaneya Welidînê ya Meydan a Edeneyê ku bi îdiayên di navbera salên 1980-1990’an de bebekên hatine dinê û ji malbatan re gotine mirine û hatine dizîn hat rojevê. Fatma Altunufugi diyar kir ku di 1985’an de li Nexweşxaneya Welidînê ya Medyan a Edenê bebeka xwe aniye dinê û jê re gotine bebek miriye. Fatmayê got ji roja bûyerê hîn bûye ve travmayê dijî û got: “Ez dixwazin aqûbeta bebeka xwe hîn bikim. Ev pergalek çawa ya tenduristiyê ye.
Li ser îdiayên ku li Nexweşxaneya Welidînê ya Meydan a Edeneyê di navbera salên 1980-1990’an de bebekên hatine dinê û ji malbatan re gotine mirine şûnde Serdozgeriya Komarê lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsîna di Kanûna 2017’an de hatiye destpêkirin de serdozgeriya komarê derbarê bûyerên piranî di salên 1980’ê de pêk hatine de, got bi giştî 11 welatiyî serlêdan kiriye. Lêpirsîna mijara gotinê didomin. Fatma Altunufagi diyar kir ku ji wê re jî îdia kirine bebeka wê miriye û diyar dike ku dibe bebeka wê jî dabin hinekên din.
Fatmayê di 1983’an de ji gundê Hozka ya Kercewsê ya Êlihê bi malbata xwe re koç kir. Fatma jî yek ji jinên ji ber polîtîkayên aboriyê hat xizankirin û ji ber vê neçar ma gund terk bike ye. Fatmayê bi lêv kir ku di pêvajoya ducaniyê de tu pirsgirêk nejiyaye û wiha got: “ Ez di 1985’an de ez rakirim nexweşxaneyê. Ji min re gotin bebek miriye. Min bi rêya normal bebek anî dinê. Ji roja ev bûyer hatiye rojevê xew nakeve çavên min. Dibe ku bebeka min jî hatibe revandin.
‘Tevî welidîna normal bû ez kirim xew’
Fatmayê dest nîşan kir ku cenazeya bebeka wê nedanê û ji nexweşxaneyê derxistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê em nû ji Êlihê hatibûn. Ez pir ciwan bûm. Min kedek mezin da. Ji bo welidînê piştî nîvro ez birim nexweşxaneyê. Min çavên xwe vekir ez ji ser hişê xwe çûbûm. Wê demê hemşîreyê got ‘çavên we ronî kurekî te çêbû’. Lê hemşîra din got ‘bebek mirî hatiye dinê’. Me jî got qeder e.
‘Çi bi bebekê hat’
Fatmayê bi lêv kir ku wan xwestiye cenazeyê bigirin û got: “Ji me re gotin ‘hûn çi dikin bebeka mirî, em ê defin bikin, hûn jî taburcî bûn’.Ez niha dixwazim hîn bibim ku çi bi bebekê hatiye. Ev 33 sal bû îhtîmala ku bebek hatiye revandin nedihat hişê me. Min di televîzyonê de di bernameyekê de bihîst. Ji wê rojê şûnde ez ranazim. Derûniya min xerabû. Ez dixwazim her tişt derkeve holê.”
Back to top button