Arşîv

Îlham Ehmed: Em ê 8’ê Adarê bi dengê serîhildanê biqêrin

 Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed  di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de anî ziman ku jinên têkoşer ku çawa li Efrînê berxwe didin dê bi heman rihî 8’ê Adarê pîroz bikin û bi dengê serîhildanê biqêrin.
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed  di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi lêv kir ku ew ê di 8’ê Adarê de li dijî zext û çewisandinên li ser jinan têbikoşin û li qadan dengên serîhildanê bilind bikin.
Îlham Ehmed diyar kir ku divê hemû jinên cîhanê li dijî zext û çewisandinê bi hev re serî hildin û wiha got:”Li hemû cîhanê mafên jinan tên binpêkirin. Bazirganiya mezin li ser laşê jinê tê meşandin. Ji bo jin nê çewisandin û mafên xwe bi dest bixin divê hemû jin bibin yek û li dijî sîstemên ku jinê diçewisîn berxwe bidin.”
‘Tekoşêrên jin li Rojava bûn berxwedan û çavkanî’
Îlhamê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşerên jin ên li Rojava û wiha dewam kir:”Çalakiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr ji bo têkoşîna li dijî çewisandina jinan, gelek bi wate bû. Ev çalakîna ji bo parastina mafên hemû jinên cîhanê bû. Divê hemû jinên cîhanê li dijî êrîşên li ser Efrînê bê deng nemînin û bi dilekî hevpar dengên xwe bilind bikin.”
‘Em di 8’ê Adarê de qadan vala nehêlin û dengê azadiyê biqêrin’
Îlhamê di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Banga min li hemû jinên cîhanê heye ku di 8’ê Adarê de qadan vala nehêlin û dengê azadiyê biqêrin. Divê em hemû jin li dijî hemû reng û cureyên dagirkeriyê serî hildin û bêdeng nemînin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27