Arşîv

Koma Folklorê ya Jinan a Surê ji bo 8’ê Adarê amade ye

 Ekîba Folklorê ya Jinên Surê ji bo derkevin ser sahneya mîtînga 8’ê Adarê amadekariyên xwe temam kir. Koma ku wê 8 kes jê derkevin ser dîkê, wê lîstikên ku jinan îfade dikin bilizin.
Koma Folklorê ya Jinên Sûrê sê sal berê li Amedê bi hatina cem hev a 25 jinan hat avakirin. Kom di mîhrîcan û bernameyên jinan de derdikeve ser dîkê. Kom ev du mehe ji bo mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Amedê xwe amade dike. Endama komê Bêrîvan Kizil got: “Emê di 8’ê Adarê de 8 jin li ser dîkê bin. Lîstikên me jî wê der barê jinan de bin.”
Wê 5 lîstik bên lîstin 
Bêrîvanê diyar kir ku wê lîstikên ‘delîlo ya jinan’, ‘teşî’, ‘govenda jinan’, ‘dîzo’, ‘şuşanê’ bilîzin û ev tişt anî ziman: “Emê van lîstikan bi rengên jinan dane bilîzin. Li gorî sekna 8’ê Adarê emê lîstinê xwe bilîzin û emê vê rojê silav bikin. Em çi kêfxweşin ku jinên wek me bi hunera xwe xwedî li 8’ê Adarê derdikevin.”
‘Em dixwazin ku berxedan bibe tarzê jiyanê’
Bêrîvanê destnîşan kir ku ew di ferqa girîngiya 8’ê Adarê de ne, lê divê ku wateya vê rojê tenê bi rojekê bi sînor nemîne.  Bêrîvanê anî ziman ku divê jin tevahiya salê li hemû deran azad bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Em wekî jinên koma Folklorê ya Sûrê dibêjin ku bila tevahiya salê 8’ê Adarê be û ev berxedan bibe tarzê jiyanê.  Em dibêjin ku jin jiyan e û bila jin bi vê rastiya xwe bijî. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û govendê bigirin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27