Arşîv

Mîrateya jinên gihaştin agirê heqîqetê: Newroz, berxwedan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi peyama şand Newroza 2013’an û diyar kir ku yekane derketina ji rêya kaosê ji têkoşîna gelan, yanî ji qanûnîbûna paradîgmaya neteweya demokratîk derbas dibe û bi ruhê Newroza ku mîlyon anî cem hev îro li Efrîn, Mînbîc, Reqa û Rojhilata Navîn zindî dibe.
Di 21’ê Adara 2013’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga ‘Silav ji gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn a Newroza ku roja vejîn, zindîbûn û şiyarbûnê bi tevlîbûn û tifaqeq berfireh pîroz dike’ kir.  Sala 2013’an  bû destpêka pêvajoyek nû ya ji bo gelên Kurd û Tirk.  Di 18’ê Adara 2013’an de Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê demî parlamenter Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera Idîrê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê  Sirri Sureya Onder di vegera Îmraliyê de peyama Abdullah Ocalan a weke ‘Di 21’ê Adarê de ji bo bang bê kirin amadekarî tên kirin. Banga ez dikim dîrokî ye. Ev bang di alî siyasî û leşkerî de agahiyên têr dihewîne.”
Peyam peyameke ku ev Newroz ji Newrozên din cudatir bû nîşan dida. Bi mîlyonan kes ji bo peyama Abdullah Ocalan guhdar bikin li qada Newrozê bûn yek dil. Di 21’ê Adarê de jinan bi rengên xwe li eniya pêş cih girtin. Ji ber ku jinan bedela herî giran a şer dabûn.
Qada Newroza Amedê tije bûbû. Ji 7’an heta 70’ê bi mîlyonan kesî gûh da peyama Ocalan.  Kurdiya peyamê Pervîn Buldan û ya Tirkî jî Sirri Sureya Onder xwend.
Bi hezaran kesî li  qada Newrozê, li kargeriyan, li malên xwe, li kolanan li cadeyan gûh da peyama Ocalan. Ne hêsan bû  şerê 40 salî û êşên mezin.
Abdullah Ocalan bi van gotinan bang li mîlyonên li qada Newrozê kom bibûn kir: “Silav ji gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn a Newroza ku roja vejîn, zindîbûn û şiyarbûnê bi tevlîbûn û tifaqeq berfireh pîroz dike..
Silav ji gelên bira yên bi coş û xweşbiniya demokratîk Newroza ku mîlada dema nû ye pîroz dikin…
Silav ji rêwiyên rêya mezin yên ku  wekhevî û azadiya gelên demokratîk kir rehber…
Silav ji we Kurdên ku ji quntarên çiyayê Zagros û Torosê, heta geliyê çemê Dîcle û Firatê; ji axa  pîroz a Mezopotamya û Anatolyayê ji şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re malovanî kiriye…
Ji bo Kurdên ku bi mezhebên cuda re wek bira û dost jiya û bi hev re jiyan bi hev re ava kirin Dîcle û Firat, Sakarya û Merîç birane. Çiyayê Agirî û Cudî dostên Kaçkar û Erciyesê ne. Govend û Delîlo xizmên Horon û Zeybekê ye.”
‘Bi sedhezarên qada Newrozê tije kirin çareseserî xwestin’
Rejîmên mêtînger êdî dawiya xwe anîne. Gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn êdî şiyar dibin. Vedigerin ser xwe. Ji pevçûn û şeran re dibêjin bes e. Sedhezarên ketin qada Newrozê êdî wekhevî, çareseriyê dixwazin. Aştiyê dixwazin.
‘Dema nû dest pê dike’
Ciwanên banga min di dilê xwe de  bi cih kirin, jinên peyama min dan ser dilê xwe, dostên ku gotinên min dan ser ser û çavên xwe, mirovên guh dan dengê min; îro demek nû dest pê dike.  Ji pêvajoya berxwedana çekdarî,  ji bo pêvajoya siyaseta demokratîk derî vedibe.
Ev ne dawî, destpêkek nû ye. Ev ne destberdana têkoşînê ye, têkoşînek cuda hatiye destpêkirin.
Ev Newroz ji bo me hemûyan mizginiyek nû ye.
Zemîna têkoşîna nû fikir, îdeolojî û siyaseta demokratîk e, destpêkirina  pêngaveke demokratîk a mezin e.
Silav ji hemû kesên hêz dan vê pêvajoyê re, silav ji kesên piştgiriyê didin çareseriya aştî û demokatîk!
Silav ji wekheviya gelan re, silav ji kesên ji bo azadî û wekheviyê berpirsyarî girtine ser xwe!
Bijî Newroz, bijî wekheviya gelan!”
Abdullah Ocalan ku derbarê encamên ku feraseta dewlet û desthilatdariyê afirandiye de nirxandinên girîng kir û  diyar kiribû ku yekane rêya ji xelasbûna kaosê, bi hev re têkoşîn e û  ji jiyankirina paradîgmaya netewe demokratîkbûnê derbas dibe.
Ji 7’an heta 70’ê her kesî li cem îradeya jiyana azad a Abdullah Ocalan cih girt
Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê hemû gelên Tirkiyeyê ve bi coş û hêvî hat pêşwazî kirin û ji jinan heta xwendekaran ji ciwanan heta karkeran ji hunermendan heta rewşenbîran, akademîseyen, siyasetmedar û heta rojnamegeran ji 7’an heta 70’ê  li  cem îradeya jiyana azad a Abdullah Ocalan cih girt.
Di 21’ê Adara 2014’an de Abdullah Ocalan vê carê  jî derbarê pêvajoya çareseriyê de bi peyamê diyar kir ku bi meşandina nîqaşan re hikumet pêvajoyê giran dimeşîne û peyama hişyariyê dabû. Her wiha banga xwedîderketina pêvajoyê li hikûmetê kiribû.
Abdullah Ocalan dîsa di peyama xwe de ji bo mîlyonan jinên bi rengê xwe qad tije kiribûn jî got jin barkêşên esas ên aştiyê ne.
Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2015’an de jî  rexneyên xwe yên derbarê pêşveçûyîna pêvajoyê de giran kir û vê carê hişyarî li jinan kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin û  got divê jin û ciwan bi awayekî aktîf di pevajoyê de cih bigirin.
Abdullah Ocalan bi perspektîf, ked û hewldana xwe pêşengiya pêvajoyê kir
Abdullah Ocalan wê rojê carek din hêviyên mîlyonan kesên qad tije kiribûn, bi agirê Newrozê şîn kir. Jin ji bo pêşengiya pêvajoya nû bike, amade bûn. Abdullah Ocalan bi peyamên ku şandin Newrozan dubare kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê dawî bibe wê mîsyona hewcedar bigire ser xwe û bi perspektîf, ked û hewldana xwe pêşengiya pêvajoyê kir.
Gel da zanîn ku ew bi biryar in
Di 2015’an de Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo rejîma ‘yek kesî’ fermî bike pêvajo bi dawî kir û  îrada jiyana bi hev re ya gelan  û keda sê sal bû bi pêşengiya Abdullah Ocalan ve dihat dayîn jî rakir. Lê gel da zanîn ku ew bi biryar in.
Di salên 2016 û 2017’an de jî bi sedhezarên ku qad tije kirin li dijî pêvajoyên pevçûnî, şîara ‘Em ê teqez qezenc bikin’ bi yek dengî qîr kirin. Pêşengiya van pêvajoyan jinên ku Abdullah Ocalan mîsyona mezin dabû wan kirin. Tevî hemû qedexeyan jin daketin qadan û gotin ew rê nadin faşîzmê, wê azadiyê bi ser bikeve.
Îsal jî tevî hemû qedexeyan gelên Anatolî û Mezopotamyayê xwe amade dikin ku dakevin qadan û wê bi şîara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ xwedî li qezencên Efrînê   derkevin.
SIBÊ: Jinên Efrînê yên ji koza Newrozê nû ve vejiyan, berxwe didin
Back to top button