Arşîv

‘Jîneolojî rêbaza gihaştina heqîqetê ye’

 Endamên Komîteya Jineolojiyê yên Kantona Hesekê Midiya Şêxo û Diyana Ebid Kerîm li ser wateya jîneolojiyê û girêdana wê ya bi jiyanê re nirxandinên girîng kirin û gotin:”Jîneolojî rêbaza gihaştina heqîqetê ye”.
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku pêşengiya wê jinan kir, li Rojavayê Kurdistanê di warê pêşketina civakî ya jinan de gavên girîng hat avêtin û gelek sazî û dezgeh hatin avakirin. Yek ji van gavên girîng Jîneolojî ye. Ji ber ku Jîneolojî hebûn, dîrok û jiyana jinê û civakê bi awayekî rasteqîn rave dike bi eleqeyek mezin rû bi rû ma. Endamên Komîteya Jineolojiyê yên Kantona Hesekê Midiya Şêxo û Diyana Ebid Kerîm li ser girîngî û wateya Jîneoljiyê nêrînên xwe anîn ziman û bi lêv kirin ku naskirina Jîneolojiyê naskirina çand, huner, dîrok û xwezayê ye.
‘Naskirina jineolojiyê naskirina jiyanê ye’
Endama Komîteya Jîneolojiyê Midiya Şêxo da zanîn ku naskirina jineolojiyê tê wateya fikir û  jiyana azad. Jîneolojî tê wateya zanista jinê. Ev jî bingeha xwe ji hebûna jinê digire. Em dikarin bêjin jineolojî zanista jiyan û civakê ye. Bi rêbaza wê jin xwe birêxistin dike û pêş dixe.”
Ji bo ku jiyan ji  desthilatdraiyê were rizgarkirin Jîneolojî!
Midiya di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di hundirê Jîneolojiyê de mîna siyasî, aborî, çand, zanista hêjmarê, etîk,estetîk gelek beş hene. Jin dikare di her beşê wê de civaka xwe ji nav lepên desthilatdariyê derbixe û rêxistina xwe ava bike.”
Midiya got: “Jîneolojî hizrandina heqîqetê, gihandina raza jiyanê û naskirina rastiya jinê  ye. Di riya wê de jin xwe nas dike, di riya wê de xwe îfade dike û  pêş dixe. Jîneolojî ji koletî û kaptalîzmê re dibe bersiv, ji ber ku zanista jinê ye.”
Jîneolojî pîvana jiyana azad e!
Midiyayê diyar kir ku Jîneolojî pîvana jiyana azad e û got: “8’ê Adarê beşek ji Jîneolojiyê ye, berxwedana ku di 8’ê Adarê de hat meşandin bû wekî cejinek ku her jin xwe têde bibîne, heqîqeta xwe nas bike û xwe ji bêdengiyê xelas bike.”
8’ê adarê jin neşikand, bû sembola têkoşîna jinan  
Midiyayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwe nas bikin û di riya Jîneolojiyê de bi zanista xwe têkoşîna hebûn û nasnameya xwe bidin û civakê jî ji tarîtiyê rizgar bikin.
Endama Komîteya Jineolojiyê Diyana Ebid Kerîm jî diyar kir ku Jîneolojî rêbaza çareserkirina pirsgirêkê jinê û civakê ye û got: “Ev heyveke ku em li navenda jineolojî ya Bajarê Hesekê perwerdeya xwe dibînin. Di hundirê vê perwerdeyê de nîqaş tê kirin da ku çawa jin xwe nas bike û pirsgirêkên xwe çareser bike.”
Di destpêkê de perwerde piştre jî lêkolîn wê were pêşxistin
Diyana li ser rêbaza perwerdeyê û piştî perwerdeyê jî wiha got:”Hefetyek maye ku em perwerdeya xwe bi dawî bikin. Paşî em ê dest bi lêkolînê bikin, niqaşê bi jinan re bikin û rastiya wan bidin nasîn. Jin dema ku xwe nas bike, jineolojî nas bike wê rastiya xwe nas bike û bikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike.”
Diyana di dawiyê  de wiha got: “Xwe perwerde kirin xwe naskirin e. Ji ber ku hûn jin in hûn civak in, we civak ava kiriye hûn ê wê li pêş bixin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27