Arşîv

Kongra Star Qetilkirina Serwînê Şermezar Kir

Rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê şewitandina Serwîn a ku ji hêla bavê xwe ve hatibû şewitandin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di 16’ê Kanûnê de li gundê Bilê yê girêdayî bajarokê Mêrgesor ser bi herêma Soran a Hewlêrê ve jina bi navê Serwîn şewitî. Hat îdîakirin ku Serwîn ji hêla bavê xwe ve hatiye şewtandin. Serwîn roja sêyê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest. Têkîldarê qetilkirina Serwînê Kongra Star ya Kantona Cizîrê li ber navenda xwe daxuyaniyek da. Li ser navê Rêxistina Kongra Starê endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Cizîrê Henîfa Hisên diyar kir ku ew qetilkirin û tundiya li ser jinan bi şermezar dikin û wiha axivî: “Li rojavayê Kurdistanê em dibînin ku jinê li tevahî cîhanê deng vedaye û şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hatiye nasîn. Lê li başûrê Kurdistanê di bin hişmendiyan kevneşopî de jin tên qetilkirin. Em qetilkirina jinan şermezar dikin û bang hemû jinan dikin ku destê xwe bidin hev û van kiryaran şermezar bikin. Jin bingeha civakê ye û jiyanê diafirîne., nîvê civakê ye û nîvê din jî perwerde dike.”

Henîfayê bi lêv kir ku divê tevahî jin dest bidin destê hev û wiha pêde çû: “Divê bi awyek rêxistinkirî em li hember tundiya li ser jinê têbikoşin. Em hemû cureyên tundiyê ya li ser jinan şermezar dikin. Bi taybet jî şewitandina jina ku li Başûr ji hêla bavê xwe ve hatibû şewtandin. Divê em li hember qetilkirina jinan destê xwe bikin yek û li têkoşînê bidin meşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyana azadî” û “Jin Jiyan e jiyanê nekujin” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27