Arşîv

Ilham Ehmed: Tirkiye dikeve kirasê Rûsyayê û ketina xwe heq dike

 Ajansa Nûçeyana Hawarê hevpeyvînek bi Hevseroka MSDꞌê Ilham Ehmed re çêkir. Ilham bal kişand ser lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê yên di vê dema dawî de û da zanîn ku ev yek rê li ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn û Bakurê Sûriyê vekir.

Her wiha Ilham diyar kir ku têkiliyên Rûsî û Tirkî bandoreke mezin li ser herêmê kir û wiha got, ʺRûsya destûr da Tirkiyeyê ku li Efrînê êrîşên hewayî pêk bîne. Li hemberî vê jî Rûsya hewl dide ku Dewleta Tirk tevlî Hevpeymana Warsoyê bike.ʺ

Ilham derbarê lihevkirina Rûsî – Tirkî de, da zanîn ku di pevguhertina Efrîn – Xûtaya Rojhilat de lihevkirin xweş hate zelalkirin û wiha domand, “Helbet ev lihevkirin dê bandoreke neyînî li ser Sûrî û giştî herêmê bike. Ji ber ku Tirkî dewleta ku herî zêde kirîza Sûriyê û şerê mezhebî kûr kirine. Her wiha nakokî di navbera gelên Sûriyê (Kurd, Ereb … hwd) de derxistine û dixwaze vê yekê li Efrînê jî pêk bîne.”

Ilham derbarê hevpeymanên nû yên ku di rojeva Rûsya de ne wiha got, “Eger neyta Tirkiyê hebe ku tevlî hevpeymana Warsoyê bibe divê xwe ji NATOꞌyê bikişîne. Ji bo ku Rûsya bikaribe Dewleta Tirk têxe hevpeymana Warsoyê gelek tawîz jê re danîne. Rûsya bi vê yekê dixwaze hevpeymana NATOꞌyê lawaz bike, Amerîkayê ji Sûriyê derxe û tevahî dosya Sûriyê bixe destê xwe. Gelek planên Tirkî li Sûriyê hene, Tirk dixwaze herêmên berfireh ji xaka Sûrî û Iraqê dagir bike, her wiha destê wê di Sûriyeya pêşerojê de hebe û Dewleta Osmanî vejîne. Ev lihevkirin dê encamên neyînî bi xwe re bîne, weke parçekirina xaka Sûriyê. Diyar e ku gelê Efrîn û Xûtayê yek ji qurbaniyên vê lihevkirinê ne.”

*Dewleta Tirk a dagirker niha di hevpeymana NATOꞌyê de ye. Eger Tirkî tevlî Warsoyê bibe an jî her û her nêzî wê bibe, wê çarenûsa wê çi be?

“Eger Tirkî tevlî Warsoyê bû tê wateya ku xwe ji NATOꞌyê dikişîne. Di encamê de Tirkî dê piştgiriya Amerîka û hemû dewletên Ewropî wenda bike. Tê zanîn ku piraniya herêma Rojhilata Navîn di bin bandora Dewletên Rojava û Amerîkayê de ye. Her wiha hinek herêm di bin bandora Rûsyayê de ne, lê belê ev herêm ne pir in. Ji ber vê yekê derketina Tirkî ji NATOꞌyê tê wê wateyê ku alîkariya ku qaşo ji bo şerê li dijî terorê, ji Ewropayê digire winda bike û tenê bi Rûsya re li Sûriyê bimîne.”

 

*Wekî tê zanîn têkîliyên di navbera di navbera Amerîka û dewletên Erebî de xurtin. Bi nêrîna we, eger ku dewleta Tirk destwerdana karûbarên Iraqê û Sûriyeyê kir, dê rewşa herêmê çawa bibe?

Tirkiye plan dike ku destwerdana karûbarên Iraqê û Sûriyeyê bike, di vê çarçoveyê de amadekariya operasyoneke leşkerî li nava axa Iraqê li aliyê herêma başûrê Kurdistanê û Şengalê dike. Dê demên pêş de jî Tirkiye hewl bide planên xwe li Îranê jî pêk bîne da bigihêje xewna Emperetoriya Osmanî. Dê dewleta Iraqê li hember destwerdanên dewleta Tirk di axa Iraqê de bersiveke tund bide, ji ber ku hebûneke xurt a Îranê li Iraqê heye. Iraq ne Sûriye ye. Sûriye îro lawaze, hikûmeta navendî ya Sûriyeyê li ber hilweşandinê ye û hebûna wê tenê şeklî ye. Hemû siyasetên li Sûriyê bi destê Rûsyayê têne meşandin. Lê hebûna Rûsya li Iraqê ne xurte. Ji ber vê yekê eger Tirkiye bixwaze destwerdana axa Iraqê bike, divê têkîliyê bi aliyên ku li ser Iraqê serwer in re deyne. Yan jî dê destwerdana Iraqê bike. Di vê rewşê de dibe ku wekî Sûriyeyê li herêmê şerekî dûdirêj biqewime.

*Agahî hene ku dewleta Tirk dê bi erêkirina rêjîma Sûrî qunsulxaneyekê li Şamê veke. Gelo ihtîmal heye ku tevî dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, careke din têkîliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de vegerin?

Heta niha dewleta Tirk roleke pir neyînî li Sûriyeyê dide meşandin. Tirkiyeyê û rêjîma Sûrî hevûdin bi terorê tawanbar dikirin. Eger ku dewleta Tirk dixwaze qunsulxaneyekê li Şamê veke, ev tê wateya ku heta niha dewleta Tirk bazirganî bi xwîna gelê Sûriyê dikir. Li vir eger ku rêjîma Sûrî vekirina qunsulxaneya Tirk li Şamê qebûl bike, ew ê hebûna dagirkeriya Tirk di axa Sûriyê de jî qebûl bike. Bi vê yekê dê îdîayên rêjîma Sûrî yên parastina yekîtiya axa Sûriyê vala bên derxistin.

*Gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakurê Sûriyê tên çi wateyê. Gelo dewleta Tirk dikare zêdetir destwerdana Bakurê Sûriyeyê bike?

Dewleta Tirk her dem dibêje ku ew planên dagirkeriyê bidomîne. Her wiha dibêje ku ew ê berê xwe bide Minbicê, piştre Serêkaniyê, piştre jî Qamişlo. Plana dagirkeriya Tirk ev e. Ji bo pêkanîna vê planê, Tirkiye hewl dide bi Amerîkayê re bigihêje hevpeymanekê. Lê ev yek zehmet e, ji ber ku rewşa Minbic û herêmên rojhilatê Firatê, ne wek rewşa Efrînê ye. Dê hewldanên Tirkiyeyê yên destwerdana Minbicê û rojhilatê Firatê rastî bersivdayîneke rasterast ji aliyê koalisyona navneteweyî û hêzên QSD/YPG/YPJʹê ve were. Dê Tirkiye bi êrîşa li ser van herêman hebûna xwe li herêmê bixe xetereyê.

 

Back to top button