Arşîv

Li nexweşxaneyê pisporê welidînê heye lê cihê welidînê tuneye

 Hat aşkerekirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê tevî ku pisporê welidînê heye cihê welîdînê tune ye. Jinên ducanî neçar dimînin biçin nexweşxaneyên din û ev jî rê li ber gelek xetereyan vedike.
Li Tirkiyeyê li navend û navçeyan gelek nexweşxaneyên dewletê bi kêmasiya doktor û alavan tên rojevê. Li Kerboran a Mêrdînê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê ji ber kêmasiya alav û kêmasiya emelyatxaneyan bi piranî nexweşan dişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê. Nexweşxane gelek caran ji bilî mudaxaleyên lezgîn xizmetê nade û dermankirin nîvco dimînin.
Doktor heye lê cihê welîdînê tune ye
Rojê bi sedan nexweş diçin nexweşxaneyö. Li nexweşxanê tevî ku pisporê welidîna jinan heye jî cihê welidînê tune ye. Jinên ji navçe û gundan tên nexwşexaneyê, ji wir sewqî Mîdyat an jî navçeyên din dikin. Ev rewş gelek jinan jî bi xeterö re rû bi rû dihêle.
Her wiha hat aşkerakırın ku li serwîsa dahiliyê jî ji bo tahlîlên xwînê bên kirin alav têrê nakin.
Nexweş ji mafê tenduristiyê bêpar in
Nexweşxên diçin nexweşxaneya dewletê ya Mîdyatê ya derveyê sînorê Kerboranê diyar kirin ku ew hem di alî tenduristî û hem jî di alî aborî de tên mexdurkirin û bang kirin divê demildest cihê welîdînên li nexweşxanê bê çêkirin.
Back to top button