Arşîv

Di çalakiya YJA Starê de 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku encamên çalakiya YJA Starê ya 10’ê Adarê ku li Şirnexê hate kirin nû zelal bûye û ev agahî da:

“10’ê Adarê saet 07:30’î, li dijî 2 wesayitên bi tîpa kobra, wesayiteke kîrpî û yeka jammer ku li ser rêya navbera Şirnex û Îkîzceyê kontrola rê dikirin, hêzên me yên YJA Starê çalakiyek kirin. Gule li hemû wesayitên di konvoyê de hatin reşandin û di encamê de wesayiteke kîrpî bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 11 leşkerên dijmin di vê çalakiyê de hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Artêşa TC a daigrker piştî çalakiyê bi rêya helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir û gule li qada çalakiyê reşand. Danê êvarê jî ji qereqolên dijmin ên li herêmê, bi tank, obus û hawanan top li herêmê û qada Cûdî hatin barandin.”

Back to top button