Arşîv

Îstîhdama jinan a li Tirkiyeyê: Newekhevî û bêewlehî

 Esnafên jin ku têkoşîna nanê xwe didin newekheviya ku dibînin jî wiha vegotin: “Em rastî şert û mercên bac, zem, mobîng, bêewlehiyê tên.”
Li gorî rapora ‘Rastiya Karkerên Jin’ a Daîreya Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Kar a Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK-AR) li Tirkiyeyê ji 10 jinan 3 heb dixebitin û ji sedî 63.9’ê jinên dixebitin ji jiyana xwe ya kar ne razîn e. Li gorî rapora ‘Cudabûna heqdestê di navbera zayendan’ de ya Korn Ferry jî li Tirkiyeyê cudabûna heqdestê di navbera jin û mêrên di sektora taybet de dixebitin ji sedî 18 ye û hejmara jinên bê ewle dixebitin jî ji 4 mîlyonî zêdetir e.
‘Em dixebitin lê mafê xwe nagirin’
Havva Genç (37) ku li Meletiyê esnafiyê dike  diyar kir ku li dijî qadên kar yê serdestiya mêr divê hemû jin  di têkoşîna kedê de rola aktîf bilîzin û wiha got: “Jinbûn zahmet e lê jina dixebite hîn bêtir zehmet e. Ji ber pereyê em li bacê û zeman xerc dikin, ji me re namîne. Her roj 12 saetan dixebitim lê em mafên xwe nikarin bigirin.”
‘Jin tunebe mezinbûna aborî jî tuneye’
Hatun Aydin a 45 salî jî destnîşan kir ku di qada aborî de ji ber wekheviya jin û mêr tuneye aborî jî baş pêk nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di aboriya welat de jin tunebe mezinbûn jî tuneye. Yên dibêjin aboriya Tirkiyeyê mezin dibe xwe dixapîne. Lîrayê tirk nirxa xwe wenda kiriye. Îthalatê ji sedî 38 zêdebûn nîşan daye.”
‘Têkoşîna jiyanê têkoşîna nan dide paş’
Zelîha Taş a 47 sal jî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê jin ji têkoşînan nan wêdetir têkoşîna jiyanê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welat her roj jinek tê qetilkirin. Ji ber vê têkoşînan nan li pişt vê dimîne. Jinên dixebitin li malên xwe rastî şîdeta fîzîkî, li cihên kar rastî mobîngê tên. Tevî her tiştî divê jin dest ji têkoşînan nan û kedê bernedin.”
Reyhan Gun (54) daxuyakirin ku divê demildest dawî li newekheviya jin û mêr bê dayîn û divê jin zêdetir tevlî jiyana aborî bibin.
Back to top button