Arşîv

Li Hezexê 4’ê Nîsanê bi coş hat pêşwazîkirin

 Gelê Botanê ji bo ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike li hezexê kom bû.  Di çalakiya ku hat lidarxistin de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk axîvî û wiha got: “Karê CPT’ê ne ku ser karên qirêj ên Tirkiyeyê bigire ye. Ger ku CPT qebûl dike li Îmraliyê îşkence heye, wê demê ji bo ku ev îşkence bê rawestandin bila bang Konseya Eworpayê bike.”
Gelê Botanê ji bo ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike li Hezexê hat gel hev .Di çalekiya ku li avahiya HDP’ê hat lidarxistin de, parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk , Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun,  Hevserokê Navçeya Cizîrê yê DBP’ê Heznî Arslan,  rêvebirên HPD, DBP’ê û gelek kes tevli bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di berxwedana demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, parlamentera Şirnexê Leyla Bîlrlîk axafitnek kir û spasiya jinan kir.  Leyla Diyar kir ku di biharê de her der xwe nû dike lê wateya biharê ji bo Rojhilata Navîn û kurdan girîng e û jidayikbûna Abdullah Ocalan a di 4’ê Nîsanê de li gundê Amaraa yê Rihayê bi bîr  xist. Leyla di berdewamiya axafitna xwe de wihagot: “Em vê wekî rojbûneke ji rêzê nabînin û wekî rojbûna gelê kurd dibînin. CPT’ê îşkence û tecîrda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir. CPT’ya ku ku îşkence qebûl kir çima ji bo rawestandina wê bang li Konseya Ewropayê nake.”
Piştî axaftinan pastaya bi rengê kesk, sor û zer bi tilîliyên jinan û bi dirûşma “Ey Serok rojbûna te pîroz be” hat birîn û li gel hat belavkirin.
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27