Arşîv

Nexweşiya ‘Endometriozisê’ dibe sedema sanciya regilê û pêşî li ducaniyê digire

– Nexweşiya ‘endometrîozîs’ dibe sedema sanciya regilê, pêşî li ducaniyê digire û her wiha rê li ber kîsta malzarokê vedike. Ji ber vê jî divê jin êşa regilê normal nebîne û piştguh neke.
Endometrîozîs  nexweşiyeke ku ji sedî 25 pêşî li ducaniyê digire û êşa kronokî a jinan derdixe holê ye. Ji ber agahiyên derbarê endometrîozîsê de kêm in nexweşî bi giştî ji aliyê 7 doktoran ve tên dermankirin û heta teşhîs tê danîn 8 sal derbas dibe.
Prof. Dr. Bulent Urman diyar kir ku nexweşiya  Endometriozisê nexweşiyek kronîk a di malzarokê de di herêma zikê jêr de tê  ye û wiha got: “Ev nexweşî di heman demê de fonksiyonên hêk û tupên jinan xera dike û rê li ber kisirê vedike.  Di dema regilê û têkiliya zayendî de jî êşê peyda dike. Ev nexweşî piranî di navbera temenê 30-40’î de tê dîtin.
Dibe sedema avabûna kîst
Bulent Urman bi lêv kir ku  beşek mezin a jinan bi vê nexweşiya kronîk dikevin û wiha pê de çû: “Ev nexweşî carna wek ‘penceşêra xuyê baş’ tê venasîn. Ev nexweşî dibe sedema sanciya regilê, pêşî li ducaniyê digire û kîst ava dike. Ji sedî 5 û 10 bi jinan re tê dîtin. Ji sedî 25’ê jinên ducanî namînin re tê dîtin. Ji sedî 40 jinên ku êşa wan heye re tê dîtin. Gelek jin rastî mudaxaleyên cerahî jî tên. Ji bo dermankirina rast jî hewcedarî bi ekîbek pispor heye.”
Back to top button