Arşîv

KJK: 4‘ê Nîsanê vejîna jiyana azad e

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan ikr ku rojbûna Ocalan tê wateya vejîna jiyana azad.

KJK’ê rojbûna Ocalan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd û jina pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rojbûna Rêberê Kurd rojbûna gelekî ye ku li dijî înkarê şer dike, rojbûna azadiya jinên kolekirî ye û rojbûna mirovên lêgerînerên rastiyê ye ku bê ziman hatine hiştin.”

Koordînasyona KJK’ê got, “4’ê Nîsanê rastiya çîna destpêkê ya mafên wê hatine binpêkirin guherandiye û vejîna rastiya jinê ye ku ji bo azadiyê berê xwe daye çiyê, şer kiriye û her ku şer kiriye bedew bûye” û wiha dewam kir: “Jinên ku ji gund û bajaran berê xwe dan çiyê, li bajar û gundan daketin qadan û daxwaza azadiyê anîn ziman, mîna serdema neolîtîkê niha jî bûn dengê azadî, ked û edaletê û rê li ber hişyarbûna dîrokî vekirin. Em bi coşa vê rojbûnê hemû jinan silav dikin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Ocalan bûye xet û hêviya jiyanê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re û hate gotin, “Li pêş çavên hemû cîhanê em paradîgmaya xwe ya azadiyê û nirxên komunal ên demokratîk li çar parçeyan diparêzin û ava dikin. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bûye xet û hêviya jiyana gelan. Dewleta TC a faşîst û hêzên hegemon îro êrîşî vê xetê dikin. Avakirina sîstema jiyana azad a demokratîk wê bersiva herî mezin a li dijî van êrîşan be. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê jiyana azad û dmeokratîk ava bikin, azadiya jinên Kurd û Rêber Apo pêk bînin, avakirina modernîteya demokratîk bi ser bixînin.”

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, “Tenduristî, ewlekarî û jiyana Serok Apo sedema hebûna me gel û jinan e. Helwest û sekna me ye. Li ser vê bingehê dike ku her kes bi rengekî bê navbera têkoşîna berxwednaê bikin û berê xwe bidin azadiya Serok Apo. Hêzên demokrasî û azadiyê wê têkoşînê mezintir bikin, dewleta Erdogan ê faşîst ku serkêşiyê ji şerê qirkirinê re dike têk bibe û gelên cîhanê, gelê Kurd û jin wê bi ser bikevin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rapora CPT a li ser serdana 2 sal beriya niha, fikarên wan piştrast kiriye û wiha hate gotin, “Tecrîdeke girankirî û rêk û pêk li ser Serok Apo heye. Ev jî tê wateya êşkenceyeke bi rêk û pêk. Em ê bi têkoşîna xwe ya serdema nû re vê sîstema tecrîdê bişikînin. Û em dibêjin, ‘Azadiya te azadiya me ye, jiyana te jiyana me ye’. Bi saya Rêber Apo me ev hemû destketî bi dest ve anîn. Hebûn û têkoşîna me jinan û gel, bi saya Rêber Apo ye. Em ti carî hînî dîlgirtina Rêberê xwe nebûn, em ê hîn nebin. Ji bo bidawîkirina dîlgirtinê, em ê hêza xwe bi milyonan zêde bikin û ji bo erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin em ê heta dawiyê hewl bidin.”

Koordînasyonê got, “Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina jinan û gelê me ye” û destnîşan kir ku heta esaret ji holê rabe wê qîma xwe ji ti pêşketinê re neynin.

KJK’ê diyar kir, rakirina esaretê jî bi serxistina têkoşîna li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibe û got, “Ji bo vê jî divê em bi xurtî tevlî berxwedanê bibin û bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin îranîn û bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd careke din bang li gel bi taybetî jin û ciwanan hate kirin û li dijî qedexe, faşîzm û qirkirinê dakevin qadan û her devera Kurdistanê bikin qada azadî û berxwedanê.

Koordînasyona KJK’ê got, “Rojbûna Rêberê konfederalîzma demokratîk, vejîna azadiya jinê ye.”

Back to top button