Arşîv

Jinên Qamişlo: 4ʹê Nîsanê vejîna dîroka nû ya jinê ye

Nûçegihana me di roja 4ʹê Nîsanê de nêrînên jinên ku dar diçandin girtin.

Munîra Şakir roja 4ʹê Nîsanê li malbatên Şehîdan pîroz kir û wiha got, ʺ4ʹê NÎsanê vejîna dîrokeke nû ya jinê ye û azadiya jinê ji koletiyê ye.ʺ

Munîra tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta Rêbertiyê azad bikin.

Fatma Hisên jî rojbûna Ocalan li tevahî jinan pîroz kir û da zanîn ku jin bi saya felsefeya Rêbertiyê ji desthilatdarî û zihniyeta baviksalarî rizgar bû. Fatma wiha got, ʺŞoreşa Rojava bû şoreşa jinê û jinê mafên xwe bi dest xistin.ʺ

Fatma Elî jî destnîşan kir ku Ocalan Rêberê aştî, demokrasî û biratiya gelane û îdeolojiya wî azadiya gelên bidest armanc dike.

Fatma di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta Rêbertî azad dibe.

 

Back to top button