Arşîv

Kongra Star Di Sala 2016’an De Li Kantona Kobanê Çi Kir?

Rêveberên Rêxistina Kongra Star ên Kantona Kobanê kar û xebatên xwe yên 2016`an û projeyên sala nû ligel me parvekirin.

Li Kantona Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star gelek proje bi jiyanî bû. Têkîldarê xebatê salek ya Kongra Star a Kantona Kobanê Endama Rêveberiya Kongra Star Sara Xelîl diyar kir ku wan piştî li darxistina konferansa xwe gelek xebat pêk anîne û wiha got: “Piştî di kongreyê de navê Yekitiya Star hat guhertin û bû Kongra Star êdî hemû pêkhate bi çand û zimanê xwe cihê xwe di Kongra Star de digirin. Piştî ku em ji kongreye vegeriyan Kobanê, me meclîsa xwe ya ji 81 jinan ava kir. Di meclisê de jinên saziyan û yên xetên gundan jî cihê xwe digirin. Piştî avakirina meclisê Kongra Star a Kantona Kobanê me dest bi danasîna Kongreyê kir, li gund û bajêr 36 civîn hatin çêkirin.”

‘Piştî xebat û hemleyên ku me lidarxistin, êdî jin tevlî Kongra Star dibin’

Sarayê da zanîn ku wan di sala 2016’an de gelek hemle û çalakî lidarvxistibûn û wiha pêde çû: “Me di vê salê de dest bi hemleya danasîna zagonên jin ji mêr û jinan re kir. Jinan bi cil û bergên kurdî belavokên zagonên jin li nava bajêr belav kirin. Paşê li bajar û gundan civîn hatin li dar xistin. Her wiha Hemleya berhevkirina imzeyan ji bo azadiya Rêber Apo jî hate çêkirin. Îmze ji hemû rêxistinên li Kobanê hatin komkirin, roja dawî ya hemleyê jî me û hemû rêxistinên ku îmze kiribûn ji bo Rêber Apo daxuyaniyek da.  Herwiha me Hemleya dijî şîdetê jî lidarxist, komîte hatin hilbijartin, li gundan civîn û şano girêdayî şîdetê hatin pêşkêşkirin.  Di roja dawî ya hemleyê de, me meşeke girseyî bi tevlîbûna hemû şêniyên Kobanê û hersê xetên gundan lidarxist. Dîsa avakirina komînan li bajêr û gundan hate meşandin, avakirina hin komînên taxan bidawî nebûye, lê kêm maye bidawî bibin. Ji bo 8’ê adarê jî gelek civîn hatin çêkirin û meşek girseyî ji qada Jina Azad heya Kaniya Kurdan pêk hat. 4’ê Nîsanê li cihê ku Serokatî 40 rojan lê maye cihê herî pîroz, rojbîna wî hate pîrozkirin. Hemû hemleyên ku hatin lidarxistin bandoreke xwe li hemû jinan kir. Ji ber wê piştî lidarxistina hemleyan gelek jinan berê xwe didan Kongra Star û navê xwe dinvîsandin. Gelek jin jî ji bo xebatê hatine erkdarkirin.”

‘Divê em ji bo Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir bikin’

Sarayê di heman demê de plansazî û projeyên sala nû jî wiha vegot: “Xebatên ku di 2016’an de nehatine bidawîkirin, wê di salan nû de bên temamkirin. Avakirina komînan didome, piştî wê jî lêvegerînek li hemû komînan wê were çêkirin. Jin ji bo xebatê wê bên erkdarkirin û bi cihkirin. Hemleya  azadiya Rêber Apo wê berdewam bike, Konferans werin çêkirin, serdana saziyan were kirin. Deriyê Kongra Star ji hemû jinan re vekiriye. Em bi hêvî ne ku hemû jin ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin Kongra Star. Bila jin, mêr koletiyê li ser xwe qebûl nekin. Divê em ji bo Rêber Apo jî têkoşîna xwe xurtir bikin. Rêber Apo bi salan e ji bo hemû jinan têkoşîn daye meşandin.”

‘Gelek proje ji bo jinan hatin çêkirin’

Ji endamên Rêveberiya Kongra Star Xalîse Hec Qadir bi lêv kir ku di hemleya rizgarkirina Minbicê de jinan bi navê Kongra Star xwarin ji şervanan re çêkir û wiha domand: “Herwiha  pênc dewreyên perwerdê yên girtî hatin dayîn. Ji bilî wê dewreyeke Jineolojî 4 rojan hate dayîn. Endamên Kongreyê her hefte rojekê li navendê perwerdê dibînin. Salvegerên şehîdên jin jî li navendê bi rêya semîneran dihate bibîranîn. Komîteya ku ne çalakbû, Komîteya Aborî bû. Lê niha xebatê wan baştir bûye. Gelek proje ji bo jinan hatine çêkirin, me baxçeyek bi navê Serokatî çêkir û parkek bi navê şehîd Fatme ku endama Kongra Star bû hat vekirin. Gelek projeyên din jî mîna projeyên çandinî û sewldariyê ji bo jinan hatin çêkirin.”

Di dawî de Xalîse Hec Qadir bangawaziyên xwe ji bo sala pêş ji jinan re kir û axivî: “Em bang li hemû jinan dikin ku cihê xwe di nava saziyên jin de bigirin. Raste berê saziyên me yên jin tune bûn, lê niha bi dehan saziyên me hene. Jinên ku dixwazin azadî û kesayeta xwe nas bikin, bila tevlî xebatên Kongra Star an jî cihê xwe di xebatên saziyan de bigirn.”

Back to top button